Ji bo bîranîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan klîbek 2025-05-26 13:15:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan klîba bi navê “Oxir be” hat weşandin.   Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji bo bîranîna nûçegihana ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan klîbek bi navê “Oxir be” çêkir.   Gotinên stranê ji aliyê hunermend Varon Candemir ve hatine nivîsandin û klîb ji aliyê wî ve hatiye amadekirin. Klîb li Hunergeha Şehîd Zanîn hatiye tomarkirin û montaja wê ji aliyê Welat Seîd ve hatiye kirin.   Berhema “Oxir be” balê dikişîne ser têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dewleta Tirk. Her wiha girîngiya domdandina têkoşînê û yekrêziya Kurdî tê diyarkirin.   Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 19’ê Kanûna 2024’an dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê  balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de herdu rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.    Hûn dikarin bi rêya vê lînkê li klîbê temaşe û guhdar bikin.