Di binê stêran de li Park Ormanê dîwana Dengbêjan 2025-05-30 10:36:11   AMED - Di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de Şaredariya Peyasê Dîwana Dengbêjan di binê stêran de li Park Ormanê li dar dixe.   Dîvana Dengbêjan ya ku ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve bi munasebeta 15 'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tê lidarxistin, îro li Park Ormanê pêk tê.  Dîwan saet di 20:00'an de wê bi beşdariya hûnermend û dengbêj Evîn Sîndî, Ronî Erez, Xalîde, Amed û Mihemedê Şêxmîra pêk bê û derkevin ser dikê.