Ji Şaredariya Yenîşehîrê Rojên Çand û Hunerê 2025-09-11 09:03:16   AMED- Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag der barê mîhrîcana ‘Rojên Çand û Hunerê ya di navbera 12-13-14’ê îlonê de wê pêk bê bang kir û got: “Divê em bi gelê xwe re bihata cem hev û me moral bidîta. Em her kesî vedixwînin konseran dikin.”   Li Kolana Hunerê ya Ofîsê ya girêdayê navçeya Yenîşehîr a Amedê ji ber polîtîkayên taybet ên şer bikaranîna hişbir û fuhuşê zêde bûye. Şaredariya Yenîşehîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Kolana Hûnerê bigihêje rengîniya xwe ya berê wê navbera 12-13-14’ê îlonê de mîhrîcana ‘Rojên Çand û Hunerê’ pêk bîne. Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag der barê mîhrîcanê de axivî û got ew bi vê mîhrîcanê dixwazin kolan bigihêje renginiya xwe ya berê.   ‘Em ê kolanê bigihînin renginiya berê’   Safiye Akdag destnîşan kir ku ev demek dirêj bûye xwestine li Kolana Hunerê mîhrîcanê pêk bînin û got: “Sedemên me hebûn. Li Kolana Hunerê û Ofîsê polîtîkayên şerê taybet pêk tên. Ciwan û zarok mixabin her diçin ber bi jiyanek rizyayî ve diçin. Me soz da gelê xwe. Em ê Kolana Hûnerê bigihînin rengîniya wê ya berê. Ev gava me ya ewil e. Em ê navbera 12-14’ê îlonê de saet di 12’an de bi pêşangeha wêneyan dest pê bikin. Em ê wêneyên pêşengên têkoşîna jinan vebikin.”   Şano û atolye   Safiye Akdag destnîşan kir ku wê mîhrîcan sê rojan bidome û wiha pê de çû: “Em ê li çend kafeyan atolyeyan pêk bînin. Em ji bo kafeyên ev derfet dane me spas dikin. Li dijî tundiya li ser jinan, li dijî hişbirê wê atolyeyên me hebin. Em ê standan vebikin û di van standan de wê sazî û komele xwe bidin nasîn. Wê du konser û şanoyek jî pêk bê. Şanoya bi navê Hinek Henek wê pêk bê. Ciwan ji vê şanoyê hez dikin.”   Du konser wê bên dayîn   Safiye Akdag der barê naveroka mîhrîcanê de jî axivî û wiha anî ziman: “Wê Koma Hevra konesrê bide. Roja dawî de jî wê Hamît Karadenîz konserê bide. Ji bo zarokan jî wê bername hebin.  Em hemû gelê xwe û zarokan vexwendiyê Rojên Çand û Hunerê dikin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê konseran dikin. Armanca me ev e ku em bi gel re bê gel hev û moral bigirin.”