Stranên Kurdî bi senfoniyê re hatin şîrovekirin 2025-09-21 20:01:20   NAVENDA NÛÇEYAN- Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê di konserekê de ku li NOVUM TEATR’ê hate lidarxistin de stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev.   Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê li baregeha NOVUM TEATR’ê ya li navçeya Etterbeek a Bruksel ê Belçîkayê, derket ser dikê. Kemanjenê navdar Alan Arif, hunermend Şêrko Kanîwar û Sara Hemîdî jî beşdarî konserê bûn û stranên Kurdî bi senfoniyê re şîrove kirin.   Performansa kemanê ya Alan Arif a "Erê Delên Lew Bane" ji aliyê temaşevanan ve ku piraniya wan ji biyaniyan pêk dihat, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Ahenga di navbera keman û erbanê de, bi rîtmên Şêrko Kanîwar re li salojê deng vedan û di heman demê de performansa orkestrayê di nav temaşevanan atmosfereke efsûnî afirand.   Gelek kesên ku ne Kurd in eleqeyek mezin nîşanî konserê dan û ev yek hêza muzîkê ya bêhempa nîşan da. Şahî wekî gihîştina hunera Kurdî ya bi gerdûnî re di hafiza mirovan de cih girt.