Kevneşopiya qedîm a çanda Kurd:Dengbêjî 2026-05-17 09:03:45   WAN - Dengbêj Meryem Tuncer der barê çanda dengbêjiyê de axivî û got: “Berê li cihên ku tenê jin lê bûn me stran digotin. Lê niha bi têkoşîna xwe em li her derê dengbêjiyê dikin. Jinên rihê wan de dengbêjî heye hepsê malê nekin.”   Çanda dengbêjiyê ku yek ji kevneşopiya herî qedîm a çanda Kurde, ji Eyşa Şanan heta îro wek mîrateyekê hatiye. Dengbêj êş, evîn,kêf, bêrîkirin û lehengiyên gel bi klamên xwe tînin ziman. Yek ji jinên vê kevneşopiyê dimeşîn dengbêj Meryem Tuncer (57) ya endama Komeleya Aryen Huner a li Wanê ye.   Meryem Tuncer a 10 salî dest bi dengbêjiyê dike, di 57 saliya xwe de didomîne.   ‘Em di riya ku Eyşe Şanan zincîra wê şikandiye de dimeşin’           Meryem Tuncer diyar kir ku Kurd bi reng, deng û zimanê xwe tên nasîn û wiha pê de çû: “Ji zaorkatiyê de ez bi dengbêjiyê re eleqeder dibim. Di civaka feoldal de dengbêjî ji bo jinan zehmet bû. Me berê tenê li cihê ku jin lêbûn dengbêjî dikir. Jinên dengbêj li dijî zîhniyeta mêr têdikoşin. Jin hîna ne azad in. Ji ber vê hîna jî di hawirên mêr hene de jin bi rehetî dengbêjiyê nakin. Jinên Kurd vê dijîn. Em di riya  ku Eyşe Şanê zincîra wê şikan de dimeşin.”   Gava dengbêjiyê bi Radyoya Erîvanê dest pê kir   Meryem Tuncer daxuyakirin û got ku di zarokatiya xwe de di radyoya Erîvanê de bi guhdarkirina stranan dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha pê de çû: “Dema stranek Kurdî derdiket min bi kelecan guhdar dikir. Wê demê eleqeya min hebû. Tevî vê malbatê pêşiya min girt. Di 2007’an de di nav hevalan de min digot. Berê me li cihên ku jin hebûn digot. Lê bi têkoşînê em êdî li her derê klaman dibêjin. Dengbêjî tunebûna berxwedan jî wê nehatiba zanîn. Me jinan zincîr şikandin û kevneşopiya xwe domand. Li Wanê bi sedan jinên dengbêj hene. Rastî astengiyan tên. Lê divê jinên ku di rihê wan de dengbêjî heye neyên astengkirin, hespê malê neyên kirin. Me soz daye. Tevî hemû astengiyan, em dest ji çand û zimanê xwe bernadin.”