Bîranîna berxwedanê ya di pênûsa Şadiye Manap de 2026-06-02 09:07:08    Rojda Aydin    AMED – Şadîye Manap ku 30 salan li pişt deriyên hesinî hatibû girtin, niha bîranîna dîrokekê ku tê bêdengkirin, zindî dike. “Av jî Dinivîse” ne tenê pirtûkek e; ew wekî dengê berxwedanekê yê li dijî înkar, tecrît û demê tê pêşberî xwendevanan. Vegotina Şadîye Manap ji sînorên jiyaneke şexsî derbas dibe, şahidiya birînên ku li ser bîra kolektîf a gelan çêbûne û têkoşînên ku ji wan birînan derdikevin dike.   Hin çîrok ne tenê tên vegotin, lê di heman demê de mîna mîratekê ji nifşekî ji bo nifşekî din tên veguhestin. Ji ber ku di hundirê wan de bîranîna civakekê, êş, şahî û berxwedana gelekî heye. Destan jî wisa ne; carinan ew ji xweliya şerekî çêdibin, carinan ew dubarekirina dengekî ne ku li ber jibîrkirinê ne. Lê îro, ev mîrata bihêz a rabirdûyê ne tenê tê vegotin; ew her weha tê pirsîn, nîqaşkirin û di neynika cîhana nûjen de wateyek nû ji bo wê tê dayîn. Çîroka Şadîye Manap şopên tam heman bîranînê hildigire. Piştî jiyaneke 30 salan di nav dîwarên zindanê de, niha ne tenê êşên rabirdûyê, lê di heman demê de berxwedanek jî heye ku veguheriye gotinan. Şadîye Manap bi pirtûka xwe ya “Av jî Dinivîse” nîşan dide ku dengê dihati xwestin bêdeng bê hiştin hîn jî dinivîse."   Bi vê yekê re me armanc û nivîsandina pirtûkê ji Şadîye Manap pirsî.   ‘Destana min çîroka Firat a biêş e’    Şadîye Manap diyar kir ku di vê têkoşînê de kesên jiyana xwe ji dest dane, mirovên ku ji bo vê têkoşînê ked dane, mayîndekirina wateya wan, mayîndekirina sedema hebûna wan, keda wan, ji bo me her tim pir girîng e. Şadîye Manap, wiha domand, “Ez di vê mijarê de gelek caran pir xemgîn jî dibim, çima? Lewra me bedelê pir giran dane. Mirovên pir hêja yên di vê riyê de bedel dane, hene. Lê belê di warê naskirin, mayindekirin, qalkirina wan a di berhemên xwe de, gotina çîrokên wan bê kirin jî dîsa kêm dimîne. Em di vî alî de kêm dimînin. Berhema min helbest e, lê wekî destan e. Em dikarin bêjin helbesta dirêj e. Belkî hinek heval jê re dibêjin mirov dikare bêje tûrê muzîkal e. Dema min nivîsî wisa nefikirîm. Belkî di wî alî de pir kemasîyên wê jî hebin, lê belê ez her fikirîm. Min got divê wekî destan werin nivîsandin. Pênc heval, di sala 1979'an de, li gundê Axşûnê yê di navbera Hîlwan û Sîwerekê de ye, ji aliyê destbiraka ve dikevin kemînê. Ew  şehîd tên xistin, pişt re cenazê wan davêjin Firatê. Rûbarê Firatê jî di vê mijarê de, çîrokeke wê ya dijwar jî heye. Ji ber wê min navê destanê kir ‘Av Jî Dinivîse’. Carinan ev jî, wisa tiştên wekî av, dar, çiya ew jî çîrokî wisa dibêjin rastî jî, vedibêjin. Ez dibêjim ev destana jî hinekî wekî çîroka Firatê ya biêşe jî.”   ‘Pênc lehengên destanê’   Şadîye Manap got ku di sala 1979’an de pênc kesên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan ev in, “Lehengên destanê, heval Cuma Tak, Cuma Bozkoyun, Abdurrahman Manap, Alî Çat, Saldun Demîrkoç.”   ‘Ev bûyer rastî zaroktîya min tê’   Şadîye Manap destnîşan kir ku ev têkoşîn rastî jî bi ked, xwîn, êş a gelek kesên jiyana xwe ji dest dane çêbûye û got, “Di vê mijarê da bi rastî em dizanin ku ev 50 sal in me pir bedel dan. Çîroka me giş wisa ye, lê ev ji pêncî salî zêdetir bû. Me bedelên pir giran da. Rastî vê mijarê ez gelek caran pir xemgînî jî dijîm. Lewra bi qasî ku bedelê me dane, mirovê ku di vê rêyê de bi jiyana xwe bedel dane, ked dane, pir hewla wan çêbûye, me têra xwe di dîrokê de cih nedanê. Me nenivîsîne, me bi civakê nedane naskirin. Halbukî heqê wan heye ji aliyê civaka xwe ve werin naskirin. Jixwe bîra dîrokî wisa çêdibe. Hişmendiya civakî wisa çêdibe. Ez jî di vê mijarê de, yê ku min bihîstine, yên ku min dîtine, min her deyndarîya wê jî jiyaye, ji bo mirov binivîse. Ji van lehengan heval Abdurrahman Manap kurxaltîyê min e jî. Ev bûyer di zarokatiya min de pêk tê. Heman demê ew pir polîtîk in. Ew şehîd ketin, ez diçûm pola duyemîn. Min belavoka şehadeta wan a di nav gund da xwendiye. Em zaroktîyek wisa siyasî jiyan. Di zîndanê de min her dixwest binivîsînim. Min pir cesaret nedikir, lewra nivîsandin û vegotina lehengan bi rastî mijarek dijwar e. Ez bawer im ev qîm nake û ji bo me, wekî yê min, yên ku di nav vê têkoşînê de ne nivîsandin, xêz kirin, huner, wêje, her tim amatorî ye. Derfeta me çênabe ku em pisporî ser bi ser bikin, ji bo min jî wisa ye. Ev xebat jî xebatek amatorî ye, di vê wateyê de kêmasîyên wê gelek in û pir rexne jî heq bike. Ji bo wê min wisa di destpêka nivîsê de got, esil yê ku ji bo vê berhemê min rexne bikin, lehengên berhemê bi xwe ne. ”   ‘Min di 2001’ê de ev pirtûk nivîsî’   Şadîye Manap bi lêv kir ku xwe berpiryariya dîrokê û civakê dîtiye û ji ber vê yekê ev pirtûk nivîsiye û wiha domand, “Min di 2001’ê de nivîsî, min di destpêka pirtûkê de hinekî çîroka vê gotiye. Di zîndanê de berhem afiirandin, berhem derxistin, nivîsandin bi serê xwe dijwar e. Lê li kêleka vê derxistina derve, mûxatab dîtin, çapkirin mijarek dijwartir e. Ji ber ku karê me yê pêşî wêjevanî nîne. Em wekî karekî pisporî lê mêze nakin. Ji ber wê jî yanî çi wextê werin weşandin, çawa werin weşandin, hinekî dimîne ji derdorê re, ji nasan re, ji saziyên me re, yên ku van mijarana wekî pisporî karê xwe dibînin. Ji ber wê hinekî ew qas derengî ket. Ez dikarim bêjim ev rexnedana min e ji lehengên berhemê re.”   Çîroka Çemê Firatê    Şadîye Manap destnîşan kir ku dema ev pirtûk nivîsiye ji bo nav gelek fikirîye û bi girityên girtîgehê re nîqaşan kiriye û wiha axivî, “Me li ser çend navan nîqaş kir. Navekî ez li ser difikirim ‘Destpêkê Dil Hebû’. Ez çima wisa fikirîm? Belkî navê vê pirtukê manewî yek jî jê ev e. Lewra di destpêkê de wisa zanîneke pir xurt tune bu, rêxistineke pir xurt tune bu, derfeteke pir xurt tune bû. Çi hebû, tenê dil hebû. Kesên ku dilê xwe dabû vê rêyê, yê ku bawer kiribûn, yê ku tevlî dîroka me ew qas tiştên negatîf, tiştên dijwar, tevkujî ya reşbîniyê dinivîse lê yê wan a dil hebû. Di wateya wêrekiyê de jî dil hebû, di wateya baweriyê de jî dil hebû. Mirov dikare bêje navê wê yê manewî ev e.  Av jî Dinivîse, lêbelê tişta ku van çîroka nivîsandiyê yek jî av e. Ev pênc lehengên ku destan bi navê wan bi çîroka wan hatiye hûnandin, ev pênc leheng piştî şehadetê davêjin Çemê Firatê, robarê Firatê. Bi mehan li cenazeyên wan tê gerandin. Ez di destpêkê de dayika Hewê bi bîr tînim. Dayika Hewê beriya ku jiyana xwe ji dest bide ji min re behsa çîroka wan kir. Çîroka Firatê bi wê ve girêdayî ye. Belkî bi van pênc hevalan re ne tuxubdar e wekî din jî gelek çîrokên derdora Rihayê hene. Çemê Firatê ji çiyayên Erziromê tê heta ber bi Şatûlerep diçe. Robarekî wisa dirêj e, robarekî ku çîroka pir bi xwe re dûhûne. Ji ber wê me got av jî dinivîse. Em dema qala çîroka Firatê dikin em dibînin ku çîroka mirovan jî dibêje, çîroka van lehengan tenê dar, ber, gund, sîrek, heywan tenê na, av jî dinivîse. Taybetî avê wan girt nava dilê xwe parast. Car de radestî malbata wan, radestî gelê wan kir. Bi wan re dîrok hate nivîsandin. Me ji ber wê got ‘Av jî Dinivîse’.”   ‘Min wekî deyndareke civakî û dîrokî nivîsî’   Şadîye Manap di axaftina xwe de ev tişt anî ziman, “Wekî malbatek ji wan jî, lewra malbata wan im jî ez dizanim ku malbata me çendî bi rûmet in ew qas jî xemgîn in jî, êşê wan mezin in. Gelek malbatên me hene, zanin zarokên wan bûne bedela welat, bûne bedela azadiya gelê xwe. Lê herkes ew qas nas nake, herkes ew qas nizanin ku ew lehengên çawa bûn, çawa meşiyan, çawa xwediyê nirx bûn, ew malbat dixwazin. Soza me ji wan malbatan re, heger îro em hîna nebin layîqê danasiyê wan hevalan jî, teqez em ê bibin layîqê wê. Lewra ew zarokên wan heq dikin werin nasîn, gelê me heq dike wan binase, dîroka me heq dike ku bi navê wan, çalakiyên wan, bi hewla wan û keda wan çawa hatiye hûnandin dîroka me heq dike ku wan binase. Min jî hinekî bi vê armancê nivîsî. Min wekî deyndareke civakî û dîrokî nivîsî.”   ‘Ji bo min watedar bû’   Şadîye Manap bi lêv kir ku dema nivîsek bibe berhem wateya wê tê guhertin û bi van gotinan dewam kir, “Mirov zane ku êdî baştir tê naskirin, baştir gel dikare bixwîne, baştir digîje civakê, di wê wateyê de bê şik watedar bû ji bo min girîng bû. Di aliyê nivîsandina berheman de têkiliya min û nivîsê hîn ji zaroktiya me ve heye. Di zîndanê de gelek nivîsên me wekî taslaqên romanê, wekî xebatên ser ziman, wekî helbest, wekî çîrok gelek wenda jî bûne. Gelek gotar û cerebe û her wekî din yek gihîştina çapemeniyê jî hene. Lê yên ku winda bûne jî hene. Ez çima dibêjim winda bûne. Zîndan mercekî ku, mekanekî ku mirov karibe berheman biparêze nîne. Kêmasiyên me jî hene me bi têr neparastiye, me di dema wan de negihandiye derve û malbatê. Ji bo wê jî gelekî ku wenda bûne û heyfa mirov pê tê jî hene. Yên min gelek wenda bûne. Di jiyana min de berhemên nû ye. Di aliyê weşandinê de berhema yekem bû. Ji bo min watedar bû. Watedar bû ku berhema yekemîn a ku çap bûye li ser lehengên gelê me bû. Heta radeyek biçûk dilê min rehet e ku min deyndariya xwe pê kanî.”   ‘Ev qas bedel ji bo kurdî hat dayîn’   Şadîye Manap bi lêv kir ku ji bo kurteçîrokan wê destpêkê helbest e, di 2001’ê de tirkî nivîsandiye û wiha behsa pêvajoyê kir, “Piştre dema weşanxaneyê got em çap bikin min got; ev helbest, helbesta zarokê kurda ye divê kurdî be. Min ji ber wê kurdî girt dest. Yanî salên ew qas dirêj, lê min kurteçîroka hinek hevalan heta ez ji girtîgehê derketim jî min peyda nekir. Me ji derve re dinivîsand carna nedigihiştin malbata. Me ji derve re dinivîsand carna di nameyan de winda dibû. Min bi dehan caran wekî wêneyên wan xwestin min nekaribû bigihîjimê. Ez piştî derketim rastî min mêze kir derfeta dîjîtalî, derfeta teknîkê ewqas pir bûye ev mijara rexneyê ye jî. Mijara rexneyê ji bo derve jî. Lewra eger mirov ji derve zanibe ku hevalê zindanê ji bo gihiştina tiştekî ew qas zehmetî dikişînin, wekî mirov hinekî bi baldar be, hinekî din hişyar be ji bo gihiştinê. Di van mijaran de min gelek zehmetî kişandin. Kompîtur tunebû. Me li derve derbasî kompîtûrê kir. Aliyê çapê jixwe pirsgirêkeke cidî ye. Gihiştina agahiyê zehmet bû. Lê ez bêjim di aliyê şiroveyê de ji ber hevalê me li cem me bûn, me bi hev re xwend, me bi hev re nivîsand. Ew keda hevalan a di aliye şîroveyê de, di aliyê rexneyê de, di aliyê sererastkirinê de keda hevalan gelekî çêbû. Ez bi vê wesîleyê yanî hevalên xwe yên zindanê jî silav dikim.”   ‘Ne ziman be mirov nikare xwedî li nasnameyê derbikeve’   Pirtûka min di vê mijarê de di warê rexnedanê de ye jî, rexnedana li hember kurdî. Ya rast di dema min destpêkê pirtûk tirkî girtibû dest, tam hakimiyeta min a li ser kurdî baş nîbû. Min baş ji xwe bawer nedikir ku ez ê bikaribim kurdî binivîsinim. Piştre bi demê re li ser kurdî sekinandina min çêbû, di vê mijarê de xwarexneya min pêş ket. Dema ku weşanxaneyê got em ê biweşînin, min wê çaxê dudilîyek jiya û min biryar da. Min got; zarokên kurdan ji ber vî zimanî, ji bo vê nasnameyê, ji bo vê dîrokê, ber bi şehadetê ve çûne, jiyana xwe, bedel dane, pêwîst e mirov wan a destpêkê kurdî bêje. Mirov dikare piştre bi hemî zimanan jî bêje. Lê divê mirov kurdî bêje. Ez di vê mijarê de tevî xwe jî, di me de jî gelek kêmasî dibînim. Niha di kurdî de, eger mirov bêje; kurdî axaftin, nivîsandin, berhem derxistin dijwar e, rast e dijwar e. Çima dijwar e? Nasnameya te qedexe ye, dibistana te nîne, bazara te nîne. Tu li derve hemî karan bi kurdî nikarî bikî. Eger di vê mijarê de berxwedana te tune be, pir hêsan e ku tu bêjî; ez bi kîjan zimanî serwer bim ez ê bi wê bikim. Tu di nav ereban de bî, bêjî ez ê erebî bikim, di nav farisan de bî bêjî ez ê farisî bikim, li Ewropayê bî bêjî almanî bikim, îngilîzî bikim. Ji ber wê ez dibêjim ji bo me kurdan mijarek rastî jî pir cidî ye. Mirov xwedîtî li zimanê xwe neke, mirov nikare xwedîtî li nasnameya xwe bike. Ji bo min jî mijara rexnedanê ye. Lê belê ez hestê xwe yî herî dijwar, ê êşê, ê kêfxweşiyê jî ez nikarim bi zimanekî din bijîm. Hincet ji bo mirovan yanî ne rast in. Dema mirov bi zîhn, bi hestê xwe didî bawer kirin, mirov dikare jiyana xwe bike kurdî.”   ‘Şahidiya pêvajoyeke dîrokî kirine’   Şadîye Manap di dirêjîya axaftina xwe de destnîşanê girîngiya zimanê kurdî kir û wiha dewam kir, “Piştî ku ewlehiya zimanê kurdî çêbû, spartekên wê hatin çêkirin, bila em hemû zimanan bizanin, zimanê farisî, tirkî û erebî bizanin ev dewlemendiya me ye. Em zimanê ewropî jî bizanin, ev jî ji bo me dewlemendî ye. Nezanîn kêmasî ye. Em wek Tevgera Jinên Azad, em xwe wek tenê Tevgera Jinên Azad a Kurd nabînin. Ji ber wê yekê ev kêmasiyek e ku em zimanên jinên Rojhilata Navîn û cîhanê nizanin. Divê em hemûyan bizanin. Lê belê mirov nebe xwe, nikare bibe dostê kesekî. Ez jî bûme şahîdê demekê. Çima dîrokê em di hêla teorîk de nikarin binivisînin? Dîrok tenê wisa nikare bê ziman. Çi dîrokê zindî dike? Roman zindî dike. Helbest zindî dike. Destan zindî dike. Çîrok zindî dike. Çima? Bi kurtasî wêje zindîtiya wê dîrokê ji me re tîne. Ji me re dibêje mirov çawa dest pê kir, mirov çawa dijiya, mirov kîjan êş jiyane, bi kîjan nirxî nêz bûn, destpêk çi bû, çawa nêz dibûn û çi bedel dan? Kesayetên ku wek Cuma Tak û her çar hevalên din, kesayetên ku di destpêka dîroka me de cih girtine. Rastî şahidê pêvajoyeke dîrokî kirine.   ‘Dîrok çarenûsê xêz dike’   Şadîye Manap di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Rêbertî dibeje ‘Heqîqet yek pare ye.’ Ez dibêjim pêvajo jî wisa yek pare ye. Hevalên ku di zindanan de hilbêrînê dikin, ez li şûna çapemenî û çapxaneyan bim, ez ê bi wan hevalên zindanan re têkilî daynim. Ez li şûna xwendevan, nivîskar û ciwanan bim, ez ê daxwaza berhemên wan bikim ku derbasî kompituran bikim, rast bikim û alîkar bibim. Ez li şûna çapxaneyan bim, ez ê bêjim ez ê wan hilberînan çap bikim. Li şûna xwendevan û malbatan bim jî ez ê bêjim, ez ê berhemên we belav bikim û bidim nasîn. Lewra, yên ku dîroka xwe nenasin, ên ku hişmendiya dîroka xwe di nava xwe de pêş nexin, ne mimkun e xwedî li dîroka xwe derkevin û têkoşînê bidin. Niha em di serdemeke dijîtal de ne, mirov di telefonê de lê mêze dike bi tona agahiyên tevlîhev hene. Heke mirov nekare wan ji hevdû veqetîne, tercih bike û vebijêrkên mirov tunebin rastî mirov di nav de dimîne. Pir agahî nayê wateya dewlemendiya mirovan. Divê em bineqînin. Em ê çi bixwînin, em ê li ser çi kûr bibin û em ê ji xwe dem bineqînin, berhem bineqînin. Ez wan a ji pêvajoyê cudatir nagirim dest. Ez dibêjim divê her kes, bi çi mijûl dibe bila bibe, bibe parçeyekî pêvajoyê. Divê xwedî li pêvajoyê derkevin. Xwedî li înşaya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, avabûna ‘Civaka demokratîk’ û nirxên xwe derkevin. Li ziman û berhemên xwe xwedî derkeve.  Xwedî li demokrasiyê û siyasetê derkeve. Li ser vê bingehê bibe kirdeya pêvajoyê. Ango mirov nehêle ku hinek qedera me xêz bike. Mirov xwedî li dîroka xwe derkeve dikare çarenûsa xwe xêz bike.”