10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê dike 2026-09-25 12:28:34   AMED - 10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de bi beşdariya Weşanxaneyên Kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.   Îsal jî 10'emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê dê bê lidarxistin. Pêşengeh bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAP'ê dê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê dê di navbera 26'ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de pêk were. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin. Amadekariyên pêşengehê berdewam dikin. Pankart û afîşên pêşengehê li navenda Amedê hatine daliqandin.