Pirtûkên Abdullah Ocalan bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin 2026-10-02 08:58:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Berhema "Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Îngilîzî ji PM Press hate weşandin. Çapa Swêdî ya Sosyolojiya Azadiyê jî wê 4'ê Cotmehê li Stockholmê bê nasandin.   Pirtûka "Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Îngilîzî hate weşandin.   Berhem bi navê The Civilizational Crisis in the Middle East and the Democratic Civilization Solution: Manifesto of the Democratic Civilization, Volume IV ji aliyê PM Press ve hate weşandin.   Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo, Bergê 3'yemîn: Sosyolojiya Azadiyê jî bi Swêdî hate weşandin.   Pirtûk bi navê "Manifest för en demokratisk civilisation, volym 3: Frihetens sociologi" hate weşandin û bi hevkariya komîteyên Rojava, Weşanxaneya Heval Förlag û Federativ Förlag hate amadekirin.   Ji bo danasîna pirtûkê wê 4'ê Cotmehê li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek bê lidarxistin. Wergêrê pirtûkê Tomas Petterson, nivîskarê siyasî Gabriel Kuhn û ji Akademiya Modernîteya Demokratîk endamek wê beşdarî çalakiya danasînê bibin.   Danasîn wê 4'ê Cotmehê roja Yekşemê saet di navbera 12.00-16.00 de li salona Katasalen a ABF-huset a li Stockholmê (Sveavägen 41) pêk were.