Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir 2026-11-07 15:17:57   RIHA - Di pêşengtiya Zimangera Rihayê de bernameya gotûbêj û îmzeyê ji bo pirtûka nivîskar Şadiye Manap a bi navê “Av jî dinivîse” hate lidarxistin. Nivîskar Şadiye Manap bal kişand ser girîngiya nivîsandina dîrok û têkoşînê û wiha got: “Gelekî ku dîroka xwe nenivîse û vê dîrokê ji nifşên nû re nehêle, tê jibîrkirin.”   Li avahiya Zimangerê ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê, ji bo pirtûka nivîskar Şadiye Manap a bi navê “Av jî dinivîse” bernameya gotûbêj û îmzeyê hate lidarxistin. Gelek rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes beşdarî bernameyê bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.   Nivîskar Şadiye Manap di bernameyê de li ser têkoşîna azadiyê û armanca nivîsandina pirtûka xwe axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina cem hev a li Rihayê anî ziman û ev tişt anî ziman: “Ez dema tev li tevgerê bûm, derfeta min nebû ez zêde werim Rihayê. Em hemû jî dizanin ku berxwedaneke bêhempa li xeta Hîlwan û Sêwregê hat meşandin. Gelek heval di vê têkoşînê de şehîd ketin, em her tim bûn şopdarên wan û em ê rêya wan bişopînin. Berxwedana hatiye meşandin ji dilê Rihayê ve deng vedaye. Gelê me bedelên pir giran dan. Li ser gelê me bi salan qirkirin hate ferzkirin û dîroka me hate înkarkirin; ji ber vê yekê divê em dîroka xwe û dîroka têkoşînê binivîsin.”   Şadiye Manap her wiha bal kişand ser xetereya jibîrkirinê û wiha got: “Gelekî ku dîroka xwe nenivîse û vê dîrokê ji nifşên nû re nehêle, tê jibîrkirin. Dema mirov nebêje ev jiyan bi çi zehmetî û kedê hatiye avakirin û lehengên vê jiyanê kî ne, ew rastî winda dibe. Divê mirov binivîse û vê yekê bike malê dîrokê.”   Piştî axaftinan, beşdaran pirtûkên xwe dan îmzekirin û bername bi dawî bû.