Jinên Efgan banga lezgîn li Pakistan û NY’yê kirin 2026-07-22 13:01:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efgan diyar kirin ku şandina penaberan a bo Efganistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û banga rawestandina dersînorkirinê li Pakistan û Neteweyên Yekbûyî kirin.   Endamên tevgera “Tevgera azadiya Efganistanê” ku komek ji jinên Efgan pêk tê, bi daxuyaniyeke ku roja 21’ê Tîrmehê di saet 14:05’an de hat weşandin, fikarên xwe yên li ser zêdebûna girtin û dersînorkirina penaberên Efgan li Pakistanê anîn ziman. Tevgerê hişyarî da ku berdewamiya van polîtîkayan dikare jiyana bi hezaran jin, zarok, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û kesên din ên ku ji rejîma Talîbanê direvin bixe xeterek mezin.   Endamên tevgerê tekez kirin ku penaberên ji ber şer, zilm, gef û binpêkirinên mafên mirovan ên zêde ji Efganistanê direvin û hewl didin jiyana xwe rizgar bikin divê wan neşînin welatekî ku azadî, ewlehî û mafê wan ê jiyanê di bin gefên cidî de ye.   Xetera li ser jiyana penaberan û binpêkirina hiqûqê   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dersînorkirina bi zorê ya penaberan, bi taybetî jin, çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û dijberên Talîbanê, prensîbên hiqûqa navneteweyî û erkên der barê parastina penaberan de binpê dike. Hat diyarkirin ku ev rewş dikare kesên têkildar bi xetera girtin, îşkence, êrîşên tolhildanê û binpêkirinên din ên mafên mirovan re rû bi rû bihêle.   Banga ji bo Pakistanê û Neteweyên Yekbûyî   Endamên tevgerê bang li hikûmeta Pakistanê kirin ku polîtîkayên der barê girtin û dersînorkirina penaberên Efgan de rawestîne, rêzê li rûmeta mirovan bigrin û erkên navneteweyî her wiha parastina maf û ewlehiya penaberan esas bigrin.   Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi taybetî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) divê bi zêdekirina piştgiriya qanûnî û mirovî pêşî li vegerandina bi zorê bigre û pêvajoya bicihkirina kesên di xeterê de li welatên bi ewle bilezînin.   Pêla koçberiyê û dirêjbûna pêvajoya bicihkirinê   Piştî vegera Talîbanê li Efganistanê di Tebaxa 2021’ê de hat ser desthilatdariyê, bi sedhezaran Efganên ku di navbera wan de jin, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, dadwer, dozger, endamên berê yên hêzên ewlehiyê, çalakvanên civaka sivîl û yên din ên ku ji ber çalakiyên xwe di xeterê de ne hebûn neçar man welat biterikînin.   Hejmareke zêde ji van kesan li Pakistanê penaberî xwestin û gelek ji wan hê jî li benda nirxandina serlêdanên xwe yên ji nû ve bicihkirinê û şandina ji bo welatên sêyemîn in. Lê belê dirêjbûna van pêvajoyan, digel polîtîkayên Pakistanê yên her ku diçe tundtir dibin û girtin û dersînorkirin zêde dibe, rewşa bi hezaran penaberan krîtîktir kiriye.