Yekem hakema navneteweyî ya Îranê teqawid bû 2026-08-16 14:03:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekem hakema jin a navneteweyî ya Îranê Gelareh Nazemî, piştî 25 salên di warê futbol û hakemtiya futbolê de, bi peyamekê li ser hesabê xwe yê Instagramê teqawidbûna xwe ragihand û diyar kir ku hakemî ji bo wê bûye "derseke jiyanê.”   Yekem hakema jin a navneteweyî ya Îranê, Gelareh Nazemî, di postekê de li ser hesabê xwe yê şexsî yê Instagramê teqawidbûna xwe ya ji hakemtiya futbolê ragihand.   Gelareh Nazemî di peyama xwe de wiha anî ziman: “Ji bo min hakemtî derseke jiyanê bû, beşek ji nasnameya min bû, her wiha beşek ji hemû bîranînên ku min bi xwe re çêkirin bû.”   Rêwîtiyek tijî têkoşîn û zehmetî   Her wiha Gelareh Nazemî behsa rojên dijwar ên kariyera xwe kir û got: “Di van salan de, ez kenîyam, ez giriyam, min têkoşîn kir, ez têk çûm, ez dîsa rabûm ser xwe û min berdewam kir. Hindek roj ji bo min pir zehmet bûn û ez westiyayî bûm. Hindek roj jî dilê min şikestî bû, lê min fîtik lê da.”   Hakema xwedî ezmûn, ku 25 sal ezmûna wê di futbol û hakemtiya futbolê de heye, di dawiya peyama xwe de tekez kir ku hakemî beşek girîng a jiyana wê ye û wiha bilêv kir: “Tu carî jiyan li benda beşdariya me namîne. Ji ber vê yekê ez berdewam dikim.”   Di dîroka futbolê de bûbû pêngaveke yekem   Gelareh Nazemî di sala 2014’an de wekî hakemeke navneteweyî hat hilbijartin û di Kûpaya Cîhanê ya Futbolê ya 2021’an de li Lîtvanyayê wekî hakem xebitî. Ev cara yekem bû ku hakemeke jin a Îranî maçeke Kûpaya Cîhanê ya mêran hakemtî kir.