Li Sûdanê jin ji bo parastina ‘bazara jinan’ daketin qadan 2026-09-14 12:01:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kassalaya Sûdanê, jinên ku li bazara xwe ya dîrokî bi firotina berhemên herêmî debara malbatên xwe dikin, li dijî biryara hilweşandina dikanên xwe xwepêşandanek aştiyane li dar xistin û xwestin biryar tavilê bê betalkirin.   Li herêma Kassalayê ya rojhilatê Sûdanê, bi dehan jinên ku li “Bazara Jinan” dixebitin, duh li dijî biryara rayedarên herêmî ya hilweşandina dikanên xwe, daketin qadan. Li gorî daxuyaniya xwepêşanderan, ev bazara ku çavkaniya wan a sereke ya dahatê ye, ji aliyê hikûmeta eyaletê ve hatiye firotin.   Pankartên li dijî hilweşandinê   Jinan di çalakiyê de pankartên ku daxwaza rawestandina fermana hilweşandinê dikirin hilgirtin û nerazîbûna xwe ya li hemberî koçberkirin û windakirina karê xwe anîn ziman. Xwepêşanderan destnîşan kirin ku dahata ji vê bazarê ji bo gelek malbatan, bi taybetî ji bo sêwî û malbatên kêmdahat pêdiviyeke jiyanî ye.   Her wiha beşek ji pêleke berfireh a nerazîbûnan e   Xwepêşandana ku bi rengekî aştiyane derbas bû, armanc dikir ku zehmetiyên xwediyên dikanan ên li hemberî fermanên hilweşandinê bîne ziman. Xwepêşanderan bang li rayedaran kirin ku çareseriyekê bibînin da ku mafê wan ê xebatê bê parastin û debara wan nemîne nîvro. Ev çalakiya li Kassalayê, di heman demê de beşek ji pêleke berfireh a nerazîbûnan e ku li dijî zêdebûna xerc û bacên li bazarên sereke yên Sûdanê derketine holê.   Navendeke çandî û aborî ya jinan   “Bazara Jinan” a li Kassalayê, wekî yek ji navendên girîng ên bajêr tê naskirin. Li vir berhemên hunerên destan, berhemên herêmî, biharat, buxûr û bêhnxweşên Sûdanî tên firotin. Ev der ne tenê bazarek e, di heman demê de hebûna aborî û çalak a jinan a li bajêr jî nîşan dide.