Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 132’emîn de ye 2026-09-12 21:56:53   MÛŞ – Çalakiya nobeta li gundê Xwarik a Gimgimê li dijî projeya JES’ê hat destpêkirin di roja 132’emîn de berdewam kir.   Çalakiya nobeta ku Meclîsa Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li gundê Xwarik a Gimgimê li dijî projeya JES’ê dabû  destpêkirin di roja 132’emîn de berdewam kir.Pankarta ‘Gelê Gimgimê santrola enerjiyê naxaze. Dest nedin ax û ava me’ li qadê hat daliqandin.   Di roja 132’emîn de welatiyên dildar nobet dewr girt.