Nobeta li dijî JES’ê di roja 163’emîn de ye 2026-10-13 18:43:08   MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê, di roja xwe ya 163’yemîn de berdewam dike.Gundiyên Canesera nobet dewr girtin.   Çalakiya nobetê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Energy Generation Inc ku navenda wê li DYA’ye ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin hatiye destpêkirin, didome. Di roja 162’yemîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.   Welatiyên gundê Canesera nobet dewr girtin.