Li Erzoxliyê nobed didome: Heta xebat bi dawî bibin berxwedan 2026-11-05 16:27:58   AMED - Çalakiya nobetê ya ku li taxa Arzoxlîyê li dijî GES'ê hatiye destpêkirin, kete roja xwe ya 15'an. Niştecihên taxê diyar kirin ku ew ê heta bidawîbûna xebatan têkoşîna xwe bidomînin.   Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Amedê, derbarê projeya Zenkar-2 ya ku ji bo taxa Arzoxlîyê ya navçeya Sûrê hatiye plankirin de, biryara rawestandina demkî ya cîbicîkirinê da. Dadgehê destnîşan kir ku cihê projeyê herêmeke parastî ya arkeolojîk a pileya yekem e û rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ji aliyê arkeolojîk ve têrker nîne. Di vê navberê de, îtîraza li dijî projeya Zenkar-1 jî hîn nehatiye çareserkirin. Şîrketê îro li qada projeya Zenkar-1 ku cîranê qada din e  xebatên xwe di bin parastina leşkerî de berdewam kirin.   Çalakiya nobetê ya di konan de ku li taxa Arzoxlîyê li dijî xebatên heyî hatiye destpêkirin, tevî baranê jî di roja xwe ya 15'an de berdewam kir. Niştecihên ku di bin konan de nobetê digirin, dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.   Niştecihên taxê tekez kirin ku ew ê heta ku şîrket xebatên xwe bi dawî bike, têkoşîna xwe bidomînin.