Mezraya Sakê bi rengê payîzê xemilî

  • 09:02 25 Cotmeh 2026
  • Galeriya Jinê
WAN - Mezraya Sakê ya li navçeya Şax a Wanê ye, bi rengê payîzê xemilî. Mezraya li kontarên çiyayên bi heybete, nîşaneya bedewbûna bêhempa ya Kurdistanê ye.
 
Mezraya Sakê û derdora wê ya li navçeya Şax a Wanê ye, erdnîgariyeke veşartî ya bi dîrok, gelî û çiyayên xwe balê dikşîne ye. Mezraya li kontarên çiyan ku dora wê bi darên mazî û çavkaniyên avê dorpêçe, bi rengên payîzê mirovan heyran dihêle.
 
Li Mezrayê gelek darên gûz û sêvan hene. Gelê mezrayê bi mêşvanî û sewalkariyê debara xwe dike. Jinên ji mezrayê diçin zozanan, di riyên zehmet de diçin pez didoşin û tên. Şîrên didoşin tînin malê û di beroşan de dipijin.
 
Li erdnîgariya bêhempa ya Şaxê ij dema Kraltiya Vaspuragan a Serdema Navîn gelek dêr, keşîşxane û keleh hene. Li Mezraya Sakê jî hîna bermahiyên dêra dîrokî ya Deyr hene. Li dîwarên wê nivîsên aydê demê, nîşane hene lê li nav keşîşxaneyê ji ber dîtina xezîneyê hatiye texrîbkirin.
 
Mezra ku bi xaniyên xwe yên estetîk û rengên payîzê  xemiliye, aramiyeke mezin dide mirovan. Li mezraya ku zivistan zehmet derbas dibe gel ji niha de amadekariyên xwe dikin.
 
Foto: Nazlican Nûjîn Yildiz