ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-12 09:00:00     *Parêzer Esra Saçaklidir der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku girtî bi binpêkirinên fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev,bi pêkanînên kêfî mafên jiyanê yên sereke tên astengkirin. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku divê pêvajo erênî bi encam bibe û wiha gotin: “Em ligel daxwaza wkehevî û demokrasiyê ya gelê Kurd in. Pêkanîna daxwazên Gelê Kurd wê jiyana civakê hêsan bike. Demokrasî û aştî wê peşiya hemû kesî vebike.” DÎMEN HEYE   *Xwendekara Zanîngeha Enqereyê Zeynep Ulger, diyar kir ku jin di bin çavan de rastî lêgerîna tazî ya polîsan tên û dewlet hewl dide bûyeran ji rojevê derxîne û got "Em dizanin ku li hemberî zilm û înkara dewletê me çi jiya, em ê dengê xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka EKO-DER a Wanê Dîlek Akdag der barê qirêjiya hewayê ya Îdirê de axivî û got bajar xwedî erdnîgariyek taybete û got: “Ji bo bajarê di çalê de ye tevgera hewayî pêk bê hewce bi pergalê ku tevgerê çêker diafirîne heye.” DÎMEN HEYE