ROJEVA 4'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-04 09:00:00     *Ji Meclîsa Jinan a Sultangazî ya Stenbolê Zubeyde Înce balkişand ser tundî û qetilkirinên jinan û got: “Ya jinan qetil dike zîhniyeta mêr e. Divê jin kefenê koletiyê yê lê hatiye ferzkirin biqelişîne. Divê jin ji bo xwe û zarokên xwe biryarên radîkal bigirin.”  DÎMEN HEYE   *Esnaf Îlknur Maral got şaredariya Konakê hewl dide esnafên Sevgî Yolu terorîze bike û got: “Em ne dagirker esnafin. Em keda xwe bi kesî nadin xwarin.” DÎMEN HEYE   *Dayika Pelîn Yilmaz, Muhsîne Yilmaz da zanîn ku keça wê her tim xebatên jinan meşandiye û got: “Bila serê Birêz Abdullah Ocalan, serê hemû hevalên Pelînê û gerîla, girtiyên siyasî sax be. Bila serê Kurdistanê sax be. Pelîn ji bo aştiyê xebitî.” BI DÎMEN    *Her çiqas komkujiya Dêrsimê sala xwe ya 88'an li dû xwe dihêle jî bandorên komkujiyê, ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, li Dêrsimê jî têne hîskirin.