ROJEVA 5'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-05 09:00:00     * Mukkadest Erdogdu ya di ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye’  wek nifşa ewil cih digire got: “Têkoşîna aştiyê daxwaza siyasî ya civakî ye. Meşandina siyasetê ne ji têkoşîna demokrasiyê ne ji ya karkeran ne jî ji ya gundiyan qut e. Jinan aştî ji xwe re kirine peywir. Bêyî jinan aştî nabe. Me di 2013-2015’an de rexneydayîna xwe da. Me ew proje mayînde nekir. Mîsyona me ev e ku em aştiyê bikin rojeva civakê.” DOSYA    * Jinên Li Sûra Amedê dijîn hem li dijî xizanî hem jî li dijî tundiya mêr têdikoşin. Jinan gotin ew nikarin debarê bikin û ji bo jiyana xwe bidomînin hewce bi piştgirî û piştevaniyê heye. DÎMEN HEYE    * Endama lijneya rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan der barê rojeva pêvajoya dawî de axivî û got: “Em ê bi hemû saziyên jinan re bên gel hev. Li dijî Sala Malbatê ya danîne pêş me, polîtîkayên ku der barê welidîna jinê de biryarê didin de em ê biryarên çalakiyan bigirin.” DÎMEN HEYE    *Xuşka Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê girtî ye Melîha Aktaş, diyarkir ku divê xwedî li banga ku di 27'ê Sibatê de ji bo 'Civka Dekokratîk' hat kirin bê derketin  û got ku ew Aştiyeke bi rûmet dixazin. BI DÎMEN