Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike 2025-05-06 13:38:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge amadekariyan dike ku îsal jinên ku beşdarî sînemayê bûne xelat bike.   Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge dê di navbera 28'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de were lidarxistin. Wekî her sal, jinên ku di sînemayê de kar kirine dê di çarçoveya festîvalê de werin xelatkirin.   Xelat dê di merasîma vekirinê ya êvara 27'ê Gulanê de ji bo serketîyan werin dayîn. Festîval hebûna jinan di sînemayê de pîroz dike û ji bo wekheviya zayendî wekî platformek bihêz dimîne.   Bernameya festîvalê û salnameya çalakiyên berfireh dê di rojên pêş de werin ragihandin.