Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin 2025-05-08 12:33:01     AMED - MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER’ê ji bo daxuyaniya ku dê sibe têkildarî girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyan li Amedê were dayin, banga tevlibûnê kir.    Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkarî û Pişitevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) dê sibe li Amedê têkildarî rewşa girtiyên nexweş û girtiyên tehliyeyên wan hatine taloqkirin, daxuyaniyê bidin. Di daxuyaniyê de dê daxwaza betalkirina rêziknameya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bê kirin. Daxuyanî dê sibe saet di 13.00’ê de li pêşiya Edliyeya Amedê were dayin.    Komeleyan têkildarî daxuyaniyê wiha gotin: “Weke Şaxa OHD’a Amedê, MED-TUHAD-FED û TUAY-DER’ê em ê di 9’ê Gulanê roja înê de têkildarî girtiyên nexweş û girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. Em banga tevlibûnê li her kesî dikin.”