Xizma girtî: Bila demildest girtîgeha Bunyanê bê ziyaretkirin 2025-05-08 18:24:23     AMED - Dayika girtiya bi navê Ronahî Sirdaş, Emîne Sirdaş balişand ser zextên li ser girtiyên li girtîgeha Jinan a Bunayê û got: “Divê parlamenter, rêxistinên mafê jinan, rayagiştî xwedî li zarokên me derkevin û demildest bikevin tevgerê.”   Li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê, girtiyên edlî êrîşê girtiyên siyasî kir. Girtiyên ku ewil di 30’ê nîsanê de û piştre jî 6’ê Gulanê de rastî êrîşan hatin, bi hevkariya malbatan bang kirin. Girtiyan daxwaz kirin ku demildest girtîgeh bên ziyaretkirin.   Dayika girtiya bi navê Ronahî Sirdaş ya li girtîgeha Bunyanê dimîne, ji dayika xwe Emîne Sirdaş ev tişt ragîhandin: “Heqeret l ime kirin. Girtiya edlî ya êrîşê hevala me kir ji girtiyên re jî nîşan da ku êrîş bikin. Li ser vê alozî derket.  Kî wan sor dike em niznain. Lê plankirî êrîş dikin.”   Ronahî Sirdaş her wiha bang kir ku divê parlamenter, parêzer û ÎHD girtîgehê ziyaret bikin.   Dayika wê Emîne Sirdaş jî axivî û got: “Cenderme ji girtiyan re dibêjin ‘em nikarin dest bidin jinan’. Ewlehiya zarokên me tuneye. Ji duh de em qet nebaşin. Tiştek ji destê me nayê. Em ditirsin. Bila demildest rêxistinên mafê mirovan, parlamenter û rayagiştî xwedî li zarokên me derkevin û bikevin tevgerê.