‘4 mehan de 96 jin hatin qetilkirin’ 2025-05-08 20:03:29   ESKÎŞEHÎR - Platforma Jinan a Demokratîk a Eskîşehîrê qetilkirina jinan protesto kir û hat diyarkirin ku kujerên jinan, hêzên ewlehiyê yên jinan naparêzin û dozgerên ku dibêjin ‘malbatê xilas bikin’ e. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ew li dijî vê pergala bê edelet jiyanê diparêzin.   Platforma Jinan a Demokratîk a Eskîşehîrê li ber Kanatli AVM qetilkirina jinan protesto kir. Li ser navê jinan endama Tora Parastina Jinan Nazlican Arik axivî.   Nazlican Arik diyar kir ku hefteyekê de Bahar Aksu û Hatîce Çinar bi tundiya mêr hatine qetilkirin û got ji bo dengê xew bilind bikin li qadane. Naclican Arik wih agot: “Qetilkirina jinan encama rejîma zayenda civakî û pergala serdest ya mêr ku mêran bêceza dihêle pêk tê.4 mehan de 96 jin hatine qetilkirin û 97 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Gumanbar bi bêcezahiştinê tên qetilkirin. kujerên jinan, hêzên ewlehiyê yên jinan naparêzin û dozgerên ku dibêjin ‘malbatê xilas bikin’ e. Em li dijî vê pergala bê edelet jiyanê diparêzin.”