‘Ger pêvajo samîmî be em jî ji bo piştgiriyê amade ne’ 2025-05-12 09:04:32     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Seroka CHP’a Colemêrgê Suzan Çakirbeylî der barê pêvajoya ku bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir axivî û got: “Ger pêvajo samîmî be em jî ji bo piştgiriyê amade ne.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘banga aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê daxwazên guherînên di qada siyasî û hiqûqî de hatin kirin. Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê di vê çarçoveyê de hevdîtin kirin û ya dawî jî 24’ê Nîsanê de bi Wezareta Dadê re kir.   Seroka CHP’a Colemêrgê Suzan Çakirbeylî der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ de nirxandin kir.   ‘Pêvajo samîmî be em jî amade ne’   Suzan Çakirbeylî daxuyakirin ku berê jî ji bo pêvajoya aştiyê gav hatine avêtin lê bê encam mane. Suzan Çakirbeylî wiha dirêjî dayê: “Em wek CHP ji serî de li alî aştî û demokrasiyê ne. Dikare Tirkiyeyek bê çek û şer bê avakirin. Ji bo aştiyek mayînde demokrasî, edalet, wekhevî girîng e. Ev bê avakirin çima nebe. Wek serokê me yê giştî dibêje em dixwazin Tirkiyeyek azad û demokratîk ava bibe. Ev pêvajo samîmî be em ji bo piştgiriyê amade ne. Em tam nizanin her du alî çi diaxivin. Bi mehan e hevdîtin tên kirin.Tişta em dixwazin ev e, ger samîmîn bin cih meclîs e. Hevdîtin, axaftinên wir hîn samimîtirin.”   ‘Pêvajo di bin sîwana meclîsê de bimeşe wê hîn baştir be’   Suzan Çakirbeylî daxuyakirin ku ger pêvajo di bin sîwaneya meclîsê de bê meşandin wê hîn samîmî û bawertir be û wiha anî ziman: “Bêguman ev peyam û bang ji bo me bi nirx û girîng in. Ez carek din dibêjim, komeke ku hemû partiyên siyasî tevli ya di bin sîwaneya meclîsê de wê piştgiriyê bide pêvajoyê. Wê pêvajoyê hîn bêtir erênî pêş bixîne.”   ‘Pêvajo samîmî nameşe’   Suzan Çakirbeylî destnîşan kir ku wek hemû partiyan CHP jî aştî û wekheviyê dixwaze û li alî pêvajoyê ye, piştgiriyê dide pêvajoyê. Suzan Çakirbeylî got: “Em Tirkiyeyek ku dayik nagirîn, kes namire dixwazin. Li gorî min pêvajo ne samimî ye. Hem dibêjin pêvajoya çareseriyê hem hevşaredaran ji peywirê digirin û tevli heyetê dikin. Ev jî nakokiyên desthilatdariyê nîşan dide. Divê her du alî ji bo aştiyeke mayînde gavên baş bavêjin.”