Bêyî ziman çareserî ne pêkan e 2025-05-15 09:03:32   " Li Tirkiyeyê ku niha behsa çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratik tê kirin, kurd careke din doza ziman, çand û nasnameya xwe dikin. Kurd dibêjin ku bêyî fermîbûna zimanê kurdî çareserî pêk nayê û divê ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li dibistanan û herderê bi awayekî fermî bê bikaranîn."   Munevver Karademîr   Di demeke ku behsa çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk tê kirin de kurd li aliyekî jî bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zîmanê Kurdî jî bo zimanê wan fermî bîbe di nava tevgerê de ne û bi çalakiyên ku li dar dixin banga bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dikin.    Cejna Zimanê Kurdî bingeha xwe ji Kovara Hawarê digire. Ji ber ku kovar cara yekê bi tîpên latînî û bi alfebeya erebî hatiye weşandin, ev roj wekî Cejna Zimanê Kurdi ji aliyê Kurdan ve hatiye diyarkirin û bi salan e her 15’ê Gulanê ku destpêka weşana Kovara Hawarê ye li gel hemû astengî û qedexeyan tê pîrozkirin.    Ziman, çand û wêje nasnameya netewa ye û her netew bi ziman, çand û wêjeya xwe tê nasîn. Dema ku ziman nebe netew jî namîne. Ji ber vê hemû netew ji bo ku zimanê xwe pêşve bibin û dewlemend bikin bi taybetî sazî û dezgehên ku ziman pêşve bibin vedikin. Lê li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê kurdî mirov nikare behsa tiştekî wiha bike ji ber ku zimanê Kurdî jî para xwe ji çarenûsa gelê Kurd ku herdem bi înkar û qirkirinê re rûbirû hatiye girtiye. Li  Bakurê Kurdistanênê ku parçeyê herî mezin ê Kurdîstanê ye hîn jî zîmanê Kurdî qedexe ye. Li gel vê qedexeyê jî ev ziman heta îro hatiye parastin û hebûna xwe domandiye. Di parastina ziman ku heta îro hatiye de keda jinên kurd gelek zêde ye. Van jinên ku zarokên xwe hînî zimanê xwe kirine tenê bi vê jî nehatine ser û li hemû qadên ku lê mane zimanê xwe parastine.    Ligel vê keda jinan ku ev ziman heta îro anîne jî dema ku mirov temaşe dike rewşeke wekî ku mêran ev ziman heta roja îro anîne derdikeve pêşberî mirov. Lê ger ku mirov bi pey heqîqeta vê bikeve mirov dikare bibîne ku ev ziman bi saya jinên kurd heta îro hatiye. Herwiha jinên kurd tenê bi rola dayiktiyê ku zimanê xwe hînî zarokên xwe kirine jî bi sînor nemane û li gel hemû astengiyan berhemên nemir jî ji dîrokê re hiştine. Lê van jinan, berhemên xwe ji ber astengiyên li pêşberî xwe yên wê demê yan bi navê bavê xwe, birayê xwe û an jî bi navê hevjînê xwe weşandine û îro gelek ji wan nayên naskirin. Lê yên ku ev astengî parçe kirine û navê xwe ji me re ragihandine jî hene.    Di vê dema ku em niha tê de ne jî her çend ku di hemû platformên ziman de mêr derdikevin pêşberî me jî jinên ku li hemû qadan bi têkoşîna xwe li gel gelek astengiyan gelek qadên jiyan û xebatê bi dest xistine li vê qada ziman jî cihê xwe girtine û bi xebatên xwe yên li ser ziman, çand û wêjeya kurdî bi awayekî serkeftî derdikevin pêş ku êdî keda wan a ji bo ziman nikare bê înkarkirin. Herwiha jinan tenê xebatên xwe li ser çand û wêjeyê jî bi sînor nekirine di xebatên ji bo ziman ên rojane de jî cih digirin û bi taybetî jî li qada çapemeniyê. Ji ber ku qada çapemeniyê qada herî bi bandor a ku ziman biriye mala her kesî û her malbatê ji çapemeniyê sûd girtiye û bi rêya rojname radyo Tv… ferî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne.     Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê li gel van xebatên xwe yên li hemberî hemû astengî û zextan dewam kirine herdem doza fermîbûna zimanê xwe kirine û ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê jî têkoşîn dane û di vê rêyê de berdelên giran dane. Lê komara Tirkiyeyê ku li ser înkara gelê Kurd hatiye damezrandin herdem li dijberî hebûna kurdan ziman û çanda wan derketiye û zimanê wan qedexe kiriye. Kurd jî li hemberî vê qedexeyê bêdeng nemane û li gel bedelên giran ji roja avabûna vê komarê serî rakirine û li gelek deverên Kurdistan ên wekî Amed, Dêrsim, Agirî, Palo, Koçgirî  ku bi serhildanên xwe tên naskirin di qirkirinê re hatine derbaskirin. Lê dest ji têkoşîna xwe bernedane.    Piştî van qirkirikirinan hemûyan ku kurd hatin înkarkirin vê carê jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di dawiya salên 70’yê de derket pêş û ji 50 salî zêdetir bi têkoşîna çekdarî ku gelê Kurd di bin sîwana xwe de bi rêxistin kir ji bo hebûn, nasname û zimanê kurdî têkoşîneke mezin da û di vê rêyê de bi hezaran jin û xortên kurdan şehîd bûn. Lê ev têkoşîn her ku çû mezin bû. Heta ku dewleta Tirk mecbûr ma ku bang li rêber û damezrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi salan li Îmraliyê di bin tecrîdê de girtî ma bike ku bang li PKK’ê bike dest ji şerê çekdarî berde.   Piştî vê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li PKK’ê kir ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne û bi rêya demokratik û diyalogê vê têkoşînê bidomîne. Li ser banga Abdullah Ocalan PKK’ê di serî de agirbest îlan kir û piştî 12’yemîn kongreya ku pêk anî diyar kir ku ew şerê xwe yê çekdarî vediguherîne qonaxeke din a bi rêya çareseriya demokratîk.    Piştî van hemû geşedanan li Tirkiyeyê ku niha behsa çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratik tê kirin, kurd careke din doza ziman, çand û nasnameya xwe dikin. Kurd dibêjin ku bêyî fermîbûna zimanê kurdî çareserî pêk nayê û divê ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li dibistanan û her derê bi awayekî fermî bê bikaranîn.