‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ 2025-05-15 13:26:22   NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, DEM Partî û ÎHD’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî dan û xwestin Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.    Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê wiha ye: “Cejna Zimanê Kurdî, ne tenê di warê ziman de, di heman deme de di warê berxwedana çandî û siyasî de wek nîşaneya têkoşîna hebûnê di rojeva gelê Kurd de cih digre.  Lewre, ji destpêka sedsala yekemîn a komarê heya niha di bin siya feraseta yekperest de zimanê Kurdî tune hat hesibandin. Bi polîtîkayên bişavtin û înkarê li ser zimanê Kurdî qedexe, sansur, astengî bi rêk û pêk ketin meriyetê. Înkarkirin û dijminatiya ku li dijî zimanê Kurdî meşiya, di her kêliyên dîrokê de ji aliyê destilatdariyên siyasî ve wek polîtîkeyeke dewletê xwe gihand sedsalan duyemîn. Qebûlnekirina perwedeya bi zimanê dayikê jî nîşaneya herî berbiçav a vê konsepta înkarê ye. Ev konsept di heman demê nîşaneya dijmintiya li dijî nasnameya Kurd û nasnameya gelan e.   Li hember înkar û bişavtina sed salî, zimanê Kurdî xwe têkoşîna hebûnê heya îro meşand. Bêguman di bingeha vê têkoşînê de berdilên giran, dilsoziyeke netewî û helwesta azadiyê cih digre. Lê, em dibêjin ‘ne bes e.’ Divê ev têkoşîne pêl bi pêl mezin bibe da ku zimanê Kurdî û tevî zimanên gelan bibin xwedî pêşerojeke azad. Ji ber vê yekê wekî her demê em car din diyar dikin ku; ziman bîr e, çand e, dîrok û nişaneya hebûnê ye. Xwedîderketina zimanê dayikê, parastina nirxên hebûnê ye. Pêşerojeke hevpar, wekhev û azad bi naskirina zimanên dayikê yên gelan pêkan e. Têkoşîna ku îro gelê Kurd ji bo zimanê xwe dimeşîne, di heman demê de ji bo parastina tevî zimanên dayikê têkoşîneke hevpar e. Her wiha, axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafê herî jiyane ye. Em vê daxwaza rewa bi mabesta vê rojê wek bangeke civakî car din tînin ziman!   Ji bo avakirina pêşerojeke ku em bi zimanên xwe yên dayikê bijîn, divê ev têkoşîn pêl bi pêl li her parzemînên cîhanê belav bibe. Bi vê hêviyê em car din 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û ji heft salî heya heftê salî bang li her kesan dikin ku xwedî li zimanê xwe û pêşeroja xwe derbikevin.”   DEM Partî   Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar jî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “15’ê Gulana 1932’yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandin. Ev roja dîrokî di sala 2006’an de weke Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pîroz dikin.   Di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye. Bêguman Kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û tu car nehiştiye ku zimanê Kurdî were jibîrkirin. Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne.   Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’   Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî. Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de biryardar be.    Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.   Cejna Zimanê Kurdî dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû heval û hogirên wî û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.”    ÎHD   ÎHD’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê Kurdî xwedî statuyeke fermî be û got: “Hewceye astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Em li gel wê ne ku her kes zimanê xwe bi awayekî azad biaxive, bi zimanê dayika xwe perwerde bibin û hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin. Em ji bo vê têdikoşin. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”