Ali Haydar Kaytan û Riza Altun li Wanê hatin bibîranîn 2025-05-16 13:58:25     WAN - Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bibîranîn. Mehmet Şîrîn Tunç di bîranînê de got ku Ali Haydar Kaytan û Riza Altûn ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine û ev tişt anî ziman: “Tu caran serî netewandin.”     Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê bernameya bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn, li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê tê lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Wesiyeta kesên rê li ber ronahiyê vekirin ev e, pêşveçûn pêşveçûn” hate daliqandin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin hilayîstin. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê”, dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştî avakirina dîwanê jî axaftin dest pê kirin.    Di bîranînê de ji ewil endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” a di 1’ê Cotmeha 1999’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê, Mehmet Şîrîn Tuç axivî. Mehmet ŞîrînTunç, di serî de Kaytan û Altûn bi bîr anî û got: “Wan ji bo xaka pîroz canê xwe feda kirin. Ji bo azadiya vî gelî û vê xakê canê xwe dan. Li vê xakê gotina peyva Kurd jî qedexe bû. Lêbelê birêz Abdullah Ocalan tevî hevalên xwe gotin ‘Kurdistan mêtingeh e’ û dest bi rêya xwe kirin. Ji wê rojê heta niha her du heval li gel birêz Ocalan tevgeriyan. Tu caran serî netewandin û çi pêwîst kiribe kirin. Li tevahiya xaka Kurdistanê geriyan. Her carê gotin ku ew ji bo gelê Kurd deyndar in. Li Geliyê Zîlanê 40 hezar kes hatin qetilkirin. Wê demê kesekî nedigot ez Kurd im û welatê min Kurdistan e. Her wiha li Dêrsimê komkujî kirin. Li Kurdistanê bêdengiya mirinê hebû. Tam jî di demeke wiha de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyek vekir. Ji wê rojê heta niha ji 7 salî heta 70 salî her kes bi birêz Ocalan re meşiya. Tu caran serî li ber tu kesekî netewandin.”   Mehmet Şîrîn , anî ziman ku di serdemeke dîrokî de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em di vê pêvajoyê de yekitiya xwe ava bikin. Em ji bo şehîdên xwe deyndar in û divê em layiqî wan bin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 sal in di tecrîdê de ye û li ber xwe dide. Ev şer 100 salan jî bidome dê dawiya wî her bibe aştî. Heke em bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bikin, em ê wê demê hêza Kurdan nîşanî hemû cîhanê bidin. Aştiya herî mezin, aştiya di navbera Kurdan de ye. Kurd mecbûr in vê aştiyê pêk bînin. Me kengî karî Rêberê Gelê Kurd ji wê zindanê derxist û bi beşdariya milyonan ew pêşwazî kir, wê demê dê mirada vî gelî hasil bibe.”    Piştî axaftinan, ji dengê Ali Haydar Kaytan li helbestên wî hate guhdarîkirin. Piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan û herî dawî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Ali Haydar Kaytan û Riza Altûn nivîsandibû, hate xwendin.