Daxuyaniya 155 saziyan ji bo girtiyên nexweş 2025-05-17 15:36:07     RIHA - 255 rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Rihayê bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Riha têkildarî deklerasyona ku ji bo îmzeyên ku daxwaza azadiya girtiyên nexweş hatiye vekirin daxuyaniyek da.  Daxuyanî li ber Baroya Rihayê hat dayîn û endamên Tevgera Jinen Azad (Tevgera Jinên Azad) Sebahat Tûncel, parêzvana mafên mirovan Prof. Dr. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn, hevşaredarên DEM Partiyî, nûnerên platformên ked û demokrasiyê yên yekbûyî yên Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes amade bûn.    Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Yasîn Aktaş daxuyanî da û diyar kir ku ji 1412 girtiyên nexweş 335 jê di girtîgehê de di şert û mercên xerab de tên ragirtin û Em jiyanê diparêzin û aştiyê ava dikin" navnîşana deklarasyona ji bo îmzeyên 255 rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Li Kurdistanê hat vekirin e.   Yasîn Aktaş da zanîn ku demeke dirêj e cara yekemîn di mijara çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bendek bi hêvî heye û wiha got: "Biryara sekinandina pevçûnan, li parlamentoyê bilindbûna dengên nû yên diyalogê, daxuyaniyên hişmend ên di siyasetê de hatin dayîn, di nava beşeke mezin a civakê de hêviya aştiyê afirandiye."    Yasîn Aktaş got ku azadiya girtiyên nexweş ne tenê pirsgirêkeke însanî ye, di heman demê de yek ji şertên bingehîn ên rê li ber aştiyê vedike ye û wiha axivî: “Ne qenciyek e, lê ji bo sazkirin û mayîndebûna aştiyê garantî ye."    Yasîn Aktaş daxwazên di metna ku 255 rêxistinên girseyî yên demokratîk îmze kiriye de ku baroyên herêmê, civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî jî di nav de cih digirin wiha rêz kir:   * Em daxwaz dikin ku demildest û bê şert û merc hemû girtiyên nexweş ên ku rewşa wan a tenduristiyê ji bo mayîna li girtîgehan ne guncaw e,    * Şopandina xizmetên tenduristiyê yên li girtîgehan,    * Dawî li pêkanînên cihêkar û kêfî yên li dijî girtiyên nexweş bê anîn ,    * Em daxwaz dikin ku ev pêvajo ligel polîtîkaya aştiyê ya tevlîhev a bi armanca çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê destgirtin.   * Îro ji bo azadiya girtiyên nexweş axaftin ji bo aştiyê bi xwe ye. Parastina jiyana îro siberojê ye.   * Siberojên aştiyê ne bi mirinên li girtîgehan, bi edalet, wekhevî û azadiyê dikare were avakirin.   * Divê girtiyên nexweş serbest werin berdan. Divê aştiya civakî bê avakirin.   Saziyên îmze kirine:    Saziyên îmze kirine ev in: “Baroyên; Êlih, Wan, Şirnex, Amed, Riha, Semsûr û Colemêrgê. Navenda Giştî ya OHD’ê. MED TUHAD-FED. Odeyên Tabîban ên Sêmsur, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê. Milê Xwendekaran a TTB’ê (TOK). Şaxên ÎHD’ê yên Riha, Sêrt, Wan, Êlih, Sêmsur, Dersîm, Agirî, Şirnex, Colemêrg, Dîlok, Mêrdîn, Mereş, Îdir û Bazidê. Koordînasyonên bajêr ên TMMOB’ê yên bajarên Amed, Riha, Dersîm, Çewlik, Mêrdîn, Sêrt, Wanê. Şaxên Egîtîm Senê yên Mêrdîn, Şirnex, Semsûr, Agirî, Riha, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Sêrt, Êlih û Amed yên hejmar 1-2-3. Şaxên SES’ê yên Mêrdîn, Şirnex, Amed, Riha, Wan, Bedlîs,  Agirî, Êlih, Semsûr, Colemêrgê. Şaxên TARIM ORKAM SEN’ê yên Mêrdîn, Wan, Agirî, Şirnex, Êlih, Semsûr û Colemêrg. Şaxên BES’ê yên Mêrdîn, Amed, Riha, Wan, Agirî, Sert, Êlih, Semsûr Colemêrgê. Mêrdîn, Amed, Riha, Wan, Sêrt, Êlih, Semsûr û Colemêrgê. Odeya Bijîşkên Diran a Mêrdînê, Odeya Hesabgirên Serbest û Odeya Muşawirên Malî yên Mêrdîn-Şirnexê, Komeleya Ekolojiyî ya Mêrdînê,  Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Mêrdîn û Riha SOZDER, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Pir Sultan Abdal, GOÇ-DER, Odeya Veterîneran a Amedê, DER-MEZ, KATDER Riha, Komeleya Jinan a Star, KURDÎGEH WAN, Nûnertiya DÎVES a Wanê, Komeleya Hunerê a Aryan, TJA Wan, Mebya Der Wan, Tuhay Der Wan, Şaxên Genel Îş Wanê, Tîhv Wan, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Dîsk Genel Îş Şaxa Agiriyê, Dîsk Şaxa Şirnexê, Ses Şaxa Sêrtê, Nûnertiya Yapiyol Sen a Sêrtê, Nûnertiya Dives a Sêrtê, Komeleya 78’an Şaxa Êlihê, Nûnertiya Kultur-Sanat-Sen a Êlihê, Nûnertiya Yapi-Yol-Sen a Êlihê, Nûnertiya Dîves a Êlihê, Şaxa Petrol-Îş a Êlihê, Şaxa Arî-Der a Êlihê, Şaxa Genel-Îş a Êlihê, Şaxa Sendîkaya Teksif a Êlihê, Odeyên Eczayan a Êlih-Sêrtê, Komeleya Bijîşkên Diranan a Êlihê, Nûnertiya Yapi Yol Sen a Sêmsurê, ESP, Ferat-Der Semsûr, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Komeleya Astengdarên Ciwan a Colemêrgê, Şaxa Genel Îş a Colemêrgê, Amed Yapi Yol Sen, Şaxên ESM yên Amed, Semsûr û Êlihê, Şaxên Haber Senê yên Amed, Riha, Wan, Semsûr û Colemergê, Şaxên BTS’ê yên Amed, Wan, Êlih, Sêrtê, Şaxa Disk Genel Îş a Amedê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Nûnertiya Haber Sen a Rihayê, Nûnertiya Yapi Yol-Sen a Rihayê, Şaxa Yapi Yol Sen a Wanê û Hesob.”