'Serkeftin wê bi saya nemiran be' 2025-05-19 16:12:23               Mîdye Miqted   HELEB-Jinên li Helebê dan zanîn ku heger ev gel serkeftinê dijîn wê bê guman bi saya nemiran be û wiha got:"Em ê her bibin şopdarê nemirên xwe û heger ev gel serkeftinê bijî wê bê guman bi saya fedekariya nemiran be. Heger îro em bi aramî dijîn dîsa bi saya têkoşîna van pakrewanan e."   Li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê Meclisa Malbetên Şehîdan bi boneya roja pakrewana çalakiyek li dar xistin. Çalakî li pakrewangeha Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya dikeve deverê bi Navê Şiqeyêf bi amedebûna saziyên taxê her wiha malbetên pakrewanan hat lidarxistin. Jinên tevli çalakiyê bûn soza dewamiya têkoşîna pakrewanan dan û gotin ew ê li ser şopa wan bin.    Nemiran bi bîr dixin   Dayika Pakrewan Canxort Fatime Îbiş axaftina xwe ji ajansa me re kir pakrewanên doza azadiyê bi bîr anî û wiha got:"Îro di vê rojê de em hemû pakrewanên ku di oxira pêkanîna azadiyê de canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemberî wan ditewînin. Pakrewanên min canxort ku di nava refên şervanên azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirt duh salvegera 16'emîn a şehadeta wî bû."   'Hebûna me bi wan misoger dibe'    Di dewama axaftina xwe de Fatme Îbiş da tekez kirin ku ew bi saya fedekariya nemiran hene û wiha pê de çû:"Îro ev zêdeyî 40 salî gerîlayên me li serê çiya ji bo pêkanîna aştiyê tekoşînek bê nav ber didin. Gelek ji wan jî di wê oxirê de gihêştin asta nemirbûnê. Îro hebûna me bi wan misoger dibe eger ne ji fedekariya wan ba îro em jî nedibûn."   'Fedekarî kirin'   Di nava axaxftina xwe de Fatme Îbiş da diyar kirin ku şervanên azadiya Kurdistan bi bedelên giran fedekarî kirin û wiha got:"Şervanên azadiya Kurdistanê bi salan li çiya li ber xwe dan di nava şert û mercên herî giran de fedekarî kirin, di oxira azadiyê de."   'Em li ser felsefeya wan e'   Di dawiya axaftina xwe de Fatme Îbiş bi bîrxist ku ew hêza xwe ji nemirên xwe digrin û wiha got:"Îro em gelek bi pakrewanên xwe hêzdar in. Heger îro em bi rûmet jiyan dikin ew jî bi saya fedekariya nemirên me ye. Em ê bi carekê rêça nemiran neterkînin li ser felsefeya pakrewanan em domdar in."   'Em deyndarê nemirên xwe ne'   Di heman demê de ji Rêveberiya Meclisa Malbetên Şehîdan ya bajarê Helebê dayika pakrewan Alan Remziya Îbrahîm jî têkildarî vê rojê axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Em vê roja pîroz li hemû malbatên nemiran pîroz dikin, di vê rojê de em hemû pakrewanan bi bîr tînin. Weke Heqî Qarer, Mazlûm Dogan û Sakîna Cansiz. Heger ne bi saya berxwedan û têkoşîna wan ba wê îro jiyana me jî ne bi rûmet ba. Em deyndarê nemirên xwe ne."   'Her kêlî bi me re ne'   Di dewama axaftina xwe de Remziya Îbrahîm da diyar kirin ku pakrewan di her kêliyê de bi wan re jiyan dikin û wiha domand:"Îro dema ku em bi dengekî bilind dibêjin Şehîd Namirin ew tê wê wateya ku pakrewanên me her di bîr û dilê me de ne, her kêlî bi me re ne."   'Hebûna me bi wan misoger dibe'   Remziya Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heger ev gel serkeftinê dijîn wê bê guman bi saya nemiran be û wiha got:"Em ê her bibin şopdarê nemirên xwe û heger ev gel serkeftinê bijî wê bê guman bi saya fedekariya nemiran be. Heger îro em bi aramî dijîn dîsa bi saya têkoşîna van pakrewanan e."