ROJEVA 20'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-20 09:00:00     * Li Kurdistanê jin li aliyekî bi pêşketina aboriyê re têdikoşin, li aliyê din jî di bin zexta zihniyeta mêr de têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di gelek warên jiyanê de zahmetiyan dikişînin weke “ezab” bi nav dikin. DÎMEN HEYE   * Bi civakbûna PKK’ê re rola jinê di têkoşînê de hem ji aliyê hejmarî hem jî bi zanebûnê mezin bû. Jinên Kurd li dijî zîhniyeta  serdest a mêr qadeke nû vekir, têkoşîna azadiyê kûrtir kir û bû sembola rêxistina serbixwe ya jinan. DOSYA   *Nîmat Koko Muhammed a ji Sûdanê beşdarî kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku piştî darbeya leşkerî li dijî mafên jinan êrîş pêk hatin û diyar kir ku wê gelek pirtûkên Abdullah Ocalan xwendine û kedeke dîrokî ji bo wan kiriye. BI DÎMEN     *Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr a ku dixwaze Tetwanê bike bajarê jinan, di banga xwe ya ji bo jinan de got, "Werin em nîzameke giştî ya li gorî pêkhateya civakî ya vî bajarî ava bikin. Werin em jinan zêdetir bidin xuyakirin." DÎMEN HEYE   *Jinên ku tev li Kongreya Yekemîn a NADA’yê bibûn, diyar kirin ku di kongreyê de hemû pirsgirêkên jinan û çareserî bi berfirehî hatine niqaşkirin û gotin ku ger jin li her derî yek bin dê hîn bihêztir bin. DÎMEN HEYE   *Emîne Şenyaşar, ku bi çalakiya Nobeda Edaletê ya ku wê dabû destpêkirin bû sembola edaletê, diyar kir ku ew piştgiriyê dide gotarên aştiyê yên ku di pêvajoyên dawî de hatine axaftin û got, "Dilê min şikestiye, ez naxwazim kesek din bişkê. Min hevjîn û 2 kurên xwe winda kirin. Tevî vê yekê, ez aştiyê dixwazim." DÎMEN HEYE   * Ayşe Bingol Demir, parêzera mafên mirovan a ji Lijneya Rêveber a TOHAV'ê, li ser gavên ku ji bo civakîbûna aştiyê, bi taybetî li ser bingeha hiqûq û mafên mirovan a piştî biryara fesixkirinê ya ku di Kongreya PKK'ê de hatiye girtin, axivî û got, "Armanca ku biryara fesixkirina PKK'ê hewl dide rê li ber veke, avakirina civakek demokratîk e. Berpirsiyariya bingehîn a ji bo bidestxistina vê yekê niha dikeve ser milê dewleta Tirk." DÎMEN HEYE   *Hevseroka TEV-ÇAND'ê ya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Sumeya Mihemed da tekezkirin ku serkeftina bendava Tişrînê wê bibe kilîta rizgarkirina herêmên dagirkerî û wiha got:"Serkeftina li bendavê wê bibe kilîta rizgarkirina hemû herêmên dagikirî her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ya li ser bendava Tişrînê. Tevî êrîşên giran jî carek din vîn û îradeya xurt a gelê herêmê derket holê." DÎMEN HEYE