Li Endulusê tundiya li jinan zêde dibe 2025-05-21 13:32:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endulusê her roj zêdeyî 100 jin rastî tundiyê tên. Hat diyarkirin ku di sala 2024’an de li dadgehên Endulusê 40 hezar û 168 dosya hatine vekirin.   Di rapora 2024’an a Dîwana Edaleta Bilind a Endulus (TSJA) ya Mala Çavdêriya li dijî tundiya xwe dispêre zayendê de, pirsgirêkên civakê yên li herêmê di asta darazê de hatin destgirtin.   Li gorî daneyên raporê, di sala 2024’an de li dadgehên Endulusê xwe gihandin 40 hezar û 168 giliyên tundiya xwe dispêre zayendê. Ev dane tê wateya rojê bi sedan bûyeran.    Li gorî wezareta wekheviyê, ji sala 2023’an ve heta niha her çendî hejmara herî kêm a qetliamên jinan were qeydkirin, 47 jin û 9 zarok hatine qetilkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piranî jin nayên parastin, hat destnîşankirin ku 36 hezar û 905 jinan gilî kirine, 9 hezar û 790 jin serlêdana parastinê kirine ji sedî 76 hetiye erêkirin.    Hişmendiya edaletê tê guhertin   Di rapora Dîwana Edaletê de, bal hatiye kişandin ser hilweşîna pergala edaletê û bêbandoriya wê û hişyarî hatiye kirin ku di dadgehan de bi zêdebûna erkên dadger û darazê re wê hilweşînek were jiyîn. Serokê TSJA Larenza del Rio ji El Salto re axivî û ev hişyarî da: “Pergala edaletê ya Endulusê, darazindinên ku didomin û bi derengmayînan re di nava pevçûnan de ye. Ev jî hişmendiya edaletê ya bê bandor û hêdî dide civakê.” Serok di heman demê de da zanîn ku divê reformên zagonî bên kirin.   ‘Hilweşîna bi temamî’   Li aliyê din li herêmê 135 dadgerên ku di mijara tundiya li dijî jinan de pispor bûne hişyarî dan ku wê di nava çend mehan de neçar bimînin ji derveyî sûcên zayendî, li gelek rêzesûcên din mêze bikin. Her wiha diyar kirin ku sazî zagonên nû dernexin wê ev yek rê li ber hilweşînê veke. Pisporan diyar kir ku tundiya ji ber feraseta zayendî çêdibe, li Spanyayê di asta kûrewî de pirsgirêkek cidî ye û destnîşan kirin ku ji bo vê divê nexşeriyek berfireh hebe.