Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû 2025-05-25 16:24:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin. Kongre bi hilbijartina hevserok û endamên Konseya Rêveber bi dawî bû.   Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Desteya Giştî ya 23’yemîn a KNK’ê de, Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekîtiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam. Piştre hilbijartina Konseya Rêveber hate kirin. Kongre bi xwe dayîna naskirina endamên ji bo Konseya Rêveber û pêşniyaran, dewam kir.   Hevserokên KNK’ê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ku jinûve hatin hilbijartin, axivîn û spasî kirin. Zeynep Murad got, “Di dema nû de em wezîfeya xwe digirin ser xwe, em di ferqê de ne ku ev berpirsyarî çiqasê giran û dîrokî ye. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin. Weke rêveberiya nû em di ferqa vê yekê de ne.”   Ahmet Karamus jî di axaftina xwe de ev tişt diyar kir: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di du salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de weke yek deng ji bo temsîlkirina gelê Kurd bixebitin.”   Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û diyar kir ku eger pêvajo pêş bikeve, hêvî heye ku li Tirkiyeyê dawî li înkara li ser gelê Kurd were.   Aydar ji bo konferansa ku wê di salvegera 100’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ji aliyê KNK’ê ve were organîzekirin û mîtînga ku wê li Elmanyayê were kirin, banga tevlîbûnê kir.   Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar parçeyan, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.   Endamên konseya rêveber a KNK'ê   Ji bo Konseya Rêveber a KNK’ê ev kes hatin hilbijartin:   1-Shêx Şemal   2-Refik Gefur   3-Ekrem Husso   4-Îbrahim Alipur   5-Behzad Pîrmusa   6-Şêrko Muhammed Emîn   7-Faruk Cemîl   8-Mîran Saleh   9-Şukrullah Muhammed Emîn   10-Osman Ergin   11-Said Senendecî   12-Yakup Mîrza   13-Zubeyir Aydar   14-Nilufer Koç   15-Rojîn Mukriyan   16-Dîmen Sohrabî   17-Şahla Hafid   18-Aria Issa   19-Fatma Lekto   20-Zeynep Mustafa   21-Nure Alkış   22-Perwîn Saîd   23-Şilan Eminoglu