Li Artukluyê zarokekî biguman jiyana xwe ji dest da 2025-05-28 21:26:39   MÊRDÎN - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokê 2 salî Muhammed Ozdemîr ku hat îdiakirin ji cihekî bilind de ketiye jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê zarokê 2 salî Muhammed Ozdemîr ku hat îdiakirin ji cihekî bilind de ketiye jiyana xwe ji dest da. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê. Muhammed Ozdemîr yê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeya Muhammed Ozdmîr li taxa Kabala li goristana malbatê hat definkirin.Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.