Zarok bi erbane û stranan meşiyan 2025-06-15 20:15:46   AMED - Di roja dawî ya 7’emîn Rojên Ma Musîc ku ji bo bîranîna Hunermend Nesrîn Şêrwan pêk hat de zarok bi erbane û stranan li kolanên Amedê meş pêk anîn.   Di roja dawî ya  7’emîn Rojên Ma Musîc ku ji bo bîranîna Hunermend Nesrîn Şêrwan pêk hat de, zarok bi erbane, û stranan meş pêk anîn.   Di çarçoveya bernameyê de meş ji bre Ma Musîc Center ya li Peyas a Amedê dest pê kir û heta Kent Meydani berdewam kir. Zarokan di meşê de eleqeyek mezin dîtin.   Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar tevli meşê bû û piştgirî da zarokan.   7’emîn Rojên Ma Musîc wê bi konsera li Kent Meydani bidawî bibe.