‘Mafê kurtajê heye lê qedexe ye’ 2025-06-16 09:03:16   ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES’ê ya Îzmîrê Sîbel Uyan got mafê kurtajê heye lê di alî xwegîhandinê de pirsgirêk hene û got kurtaj maf e.   Li Tirkiyeyê kurtaj hîna bi astengiyên cidî re tê rû hev. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê (SES ) a Îzmîrê Sîbel Uyan diyar kir ku jin ji bo kurtajê diçin nexweşxaneyên taybet an jî di şertên nebaş de jiyana xwe davêjin rîskê.   Sîbel Uyan da zanîn ku tevî kurtaj qanûnî ye bi awayekî fîîlî tê astengkirin û got: “ Mafê jinan a li ser bedena wê tê astengkirin. Belkî jin naxwaze bibe dayik, naxwaze zarok bîne dinê. Divê li hember vê rêzdarî hebe. Çima jinek hewce bi kurtajê dibîne? Ji ber xwe negîhandiye rêbazên parastinê ducanî maye û bê daxwaz ducanî maye. Ji ber vê kurtajê dixwaze. Lê ev mafê jinan tê astengkirin.”   ‘Di şertên nebaş de kurtaj û mirinên jinan’   Sîbel Uyan daxuyakirin ku jin dixwazin kurtaj bibin lê li nexweşxaneyên cemawerî nikarin xwe bigihînin vî mafî û wiha dirêjî dayê: “Jin neçar dimînin biçin nexweşxaneyên taybet. An jî serî li şert û mercên bi rîsk didin. Di şertên nebaş de kurtaj rê li ber mirinan vedike.”   ‘Jin di malbata pîroz de hatiye hepiskirin’   Sîbel Uyan daxuyakirin ku mijara esas ev e ku jin di malbata pîroz de hatiye hepiskirin û wiha dirêjî dayê: “Mafê biryara li ser jiyanê, bi van biryaran tune tê hesibandin. Peywirên jinê yên malbatê esas tên girtin. Jin wek kes nayên dîtin, biryarên jinan nayên qebûlkirin. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Mafê biryarê ya jinan a li ser bedena wê heye’   Sîbel Uyan her wiha daxuyakirin ku mafê kurtajê heye û li vî welatî jin vî mafî nikarin bikar bînin û got: “Divê jin têkoşîna hebûna xwe bidomîne. Jin jî kes in, mafê biryarê ya jinan a li ser bedena wê heye. Beden a jinê ye, jiyan a jinê ye. Ji ber vê jî jin dikarin biryarên der barê xwe de bidin. Jin di alî mafê kurtajê de ne xwedî agahiyên têr in. Li welat hîna demokrasî tuneye. Divê mirov bi têkoşînê xwe bigihînin maf. Kurtaj mafekî qanûnî ye. Li welat her dane tên parvekirin. Jin di vê mijarê de bi fikar in. Xesas in. Divê polîtîkaya der barê kurtajê de demildest bê guhertin.“   ‘Armanca polîtîkayên nifûsê hepiskirina jinan e’   Sîbel Uyan balkişand ser polîtîkayên nifûsê yên li Tirkiyeyê û got armanca van polîrîkayan hepiskirina jinan a di malê de ye û dayiktî wek kariyer bê nîşandanê. Sîbel Uyan ev tişt anî ziman:"Ev polîtîka tu encamek erênî ji bo civakê nadin. Jinan hepsê malê dikin û dayiktiyê wek kariyer nîşandin didin. Li welat zêde welidîn wê çi fêdeyê bîne? Wê tenê serkeftinek sexte xêz bikin. Divê jin li dijî mafê kurtajê hişmendiya xwe zêde bikin. Divê hişmendî bê afirandin û têkoşîn bê dayîn.”