Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn deriyên xwe li pêş xwendekaran vedike 2025-07-30 15:58:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Peymangeha Bilind a Huneran – Hîlala Zêrîn ragihand ji bo pêşwazîkirina xwendekarên sala xwendinê ya nû ji bo gelek beşan dest bi tomarkirinê dike. Tomarkirin dê 1-31’ê Tebaxê pêk were.   Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku ew tomarkirina xwendekarên sala nû ya xwendinê ji bo beşên sînema, şano, wênesazî û peykersazî û muzîkê veke.   Dema tomarkirina xwendekaran ji 1´ê Tebaxê heta 31´ê heman mehê ye. Xwendekar dikarin navên xwe li tevahî navendên Hîlala Zêrîn ên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li avahiya Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn a li taxa Xiwêran a Hesekê qeyd bikin.   Şert û mercên giştî yên peymangehê:   - Divê bawernameya amadehî ya îsal an jî yên salên borî hebe.   - Bawernameyên fakulte, akademî û zanîngehên Rêveberiya Xweser tên qebûlkirin.   - Xwendin û nivîsandina kurdî divê xurt be.   - Temenên xwendekaran di navbera 18 -30 saliyê de be.   Şert û mercên taybet ji bo beşan:   Beşa Muzîkê:   - Jenîna 2 parçeyan li ser amûra ku bi kar tîne yan jî gotina 2 stranan.   - Bikare notayên muzîkê bixwîne.   Beşa Sînemayê:   Ji bo dîtina hêza çav a xwendekaran, divê xwendekar 10 wêneyan û 2 dîmenan bikişînin ku pêşkêşî komîteya nirxandinê bikin.   Beşa Şanoyê:   - Dîmenek bê amadekirin û pêşkêşkirin.   - Helbestekê amade bike, ji bo li pêş komîteya qebûlkirinê were xwendin.   - Başbûna bihîstina guh û rîtimê.   - Xwe ji bo performanseke laş-dans amade bike.   Beşa Wênesazî û Peykersaziyê:   - Li gel xwendekar hezkirina xêzkirina wêneyan û çêkirina peykeran hebe.   Bi rêya vê emaîla peymangeha.bilind.a.hunera.jin@gmail.com xwedekar dikarin têkiliyê bi peymangehê re deynin, an jî bi rêya rûpelên peymangehê yên li ser platformên medyayên dîjîtal û bi rêya Whatsappê: 0986782008