ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-10 09:00:00     *Tevgera azadiya jinên Kurd, jinan ne tenê têkoşer nabîne, wek kirdeyek damezrîner ya her qada jiyanê vediguhere pênase dike û paradîgmayek giştî ava dikin dibîne.  DOSYA   *Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu der barê tundiya li ser jinan a her diçe zêde dibe de axivî û da zanîn ku polîtîkayek bêcezahiştinê ya sîstematîk heye û balkişand ser têkoşîna jinan a hevpar. DÎMEN HEYE   *Dayika Sedef Guler a bi îşkenceyê hat qetilkirin, Gulîzar Sezer, daxwaz kir ku nakokiyên di dosyayê de bên çareserkirin û ji bo jinên din neyên qetilkirin têdikoşe. DÎMEN HEYE   *Cemîle Duman bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avesta ya li Îzmîrê hatiye giritn da û da zanîn ku ew êrîşên li hember zimanê dayikê qebûl nakin û got divê Kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin. DÎMEN HEYE   * Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got ji bo pêvajo baş bimeşe divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. DÎMEN HEYE   *Bi paqijkirina texrîbatên qeyûman piştî 8 salan şûnde DÎKASUM dîsa ket faliyetê û li bajar bû navenda çareseriya pirsgirêkan. Di 6 mehan de bi sedan jinan serî lê dan. DÎMEN HEYE