'Ger ku aştî pêk bê wê qetilkirinên jinan jî bi dawî bibin' 2025-08-18 09:06:42   RIHA - Jinên Rihayê balkişandin ser tundî û qetîlkirinên jinan yên her diçin zêde dibin û diyar kirin ku di rewşa ku aştî pêk bê de wê pêşî li qetilkirina jinan jî bê girtin.   Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê tundiya li ser jinan her diçe giran dibe. Jinên tevli şahiya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya li Wêranşar a Rihayê di 10’ê Tebaxê de pêk hat bûn, der barê tundî, zext û qirkirina li hember jinan de axivîn û balkişandin ser girîngiya avakirina ‘aştî û civaka demokratîk’.   ‘Aştî wê pêşî li tundiyê bigire’   Endama Meclîsa DEM Partiyê Çîftçî Goztepe balkişand ser qetilkirinên jinan û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo jinan dîwarekî xurt bû. Lê mixabin peyman rakirin. Vê destê zîhniyeta serdest ya mêr xurt kir. Cezayên bi bandor nayên dayîn. Divê ji bo hişmendiya civakî xebat bên meşandin. Divê cezayên bi bndor bên dayîn. Ji 2000’î heta niha qetilkirinên jinan zêde bûne. Piştî banga 27’ê Sibatê gavên aştiyê yên hatine wê gelek guherînên erênî jî bixwe re bîne. Aştî wê pêşî li tundiya li ser jinan bigire. Jin azad bin wê civak jî azad be.”   ‘Jin ji ber pergalê tên qetilkirin’   Emîne Çîzîk jî wiha got: “Qetilkirina jinan girêdayê pergala heyî ye. Em li dijî tundî û qirkirina jinane. Sedema qetilkirina jinan pergale. Ciwan ji ber pergalê hişbirê bikar tînin, dikevin fuhuşê. Pergal naxwaze jin tevli siyasetê bibin. Em dixwazin pêşî li vê bê girtin. Em aştî û wkeheviyê dixwazin.”   ‘Divê zîhniyet biguhere’   Rêvebera DEM Partî ya Serêkaniyê Salîha Şîmşek jî anî ziman ku di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye û got sedema vê şerê taybete. Salîha Şîmşek wiha got: “Dema bê ku bê xwestin civak bê tunekirin ewil jinan tune dikin. Ji ber vê ewil jin û zarok hedef tên girtin.Ji bo pêşî li van bên girtin divê ev zîhniyet biguhere. Em dixwazin civaka demokratîk ava bikin. Divê rêxistinbûn hebe. Divê em komun û meclîsên xwe ava bikin.”