ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-25 09:00:00 *Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku modela neteweya demokratîk tê wateya yekîtîya navneteweyî, herêmî, Kurdan. Zozan Sîma got, "Modela neteweya demokratîk dema ku cudahîyên di nav civakê û neteweyê de xwe wekî meclîs an komunan ava bikin, pêk tê. Civakîbûna ku di bin pêşengiya jinan de ava dibe, komunan nîşan dide." DÎMEN HEYE    *Jinên ku beşdarî komxebatên "Îdeolojiya rizgariya jinan" ên ku ji hêla Meclîsa Jinan a DBP'ê ve tên lidarxistin bûn, girîngiya komxebatê destnîşan kirin û gotin ku ji bo ji pêvajoya aştiyê bersivek erênî were wergirtin, divê azadiya jinan were misogerkirin. DÎMEN HEYE    *Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams got, "Divê Tirkiye şert û mercên ku Abdullah Ocalan di pêvajoya danûstandinan de cih bigire biafirîne."   *Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli diyar kir ku xutbeyên ku ji hêla Serokatiya Karûbarên Olî ve li mizgeftan têne xwendin mafên jinan hedef digirin û got, "Serokatiya Karûbarên Olî di kuştina jinan de jî roleke mezin dilîze." DÎMEN HEYE    *Rêvebera ÎHD'ê Pinar Şen Zengîn diyar kir ku polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê sûcdaran wêrek dike û got, "Armanca bingehîn a xebata jinan, nemaze li vê herêmê, ew e ku jin bizanin ku ew ne bi tenê ne. Em li kêleka her jinekê ne ku tê kuştin, rastî tundî, tacîz û tecawizê tê û em piştgiriyê didin wan jinan."DÎMEN HEYE