Li Xezeyê di 24 saetan de 75 kes mirin 2025-08-26 14:05:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetan de ji ber êrişên artêşa Îsraîlê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da û ragihand ku di 24 saetan de ji ber êrişên artêşa Îsraîlê herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dan, 370 kes jî birîndar bûn.   Wezaretê ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, 17 sivîlên ku li benda alîkariyê diman, hebûn.   Her wiha hate diyarkirin ku di heman demê de 3 kes ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî daneyên wezaretê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve li Xezeyê bi giştî 62 hezar û 819 kes mirin, 158 hezar û 629 kes birîndar bûn.