Li Hesekê meşa 1’ê Îlonê 2025-09-01 14:45:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Hesekê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.   Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro şêniyên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşek girseyî li darxistin. Nûner û Endamê saziyên civaka Sivîl , Kongra Star, siyasetmedar û rewşenbîr di meşê de amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên ‘Azadiya fîzîkî a Rêber Apo aşîtiya cîhanê ye’ hilgirtin.   Meş li ber çarxereya Merşo despê kir û li ber Qada azadiyê a  bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê dewam kir.   Piştî deqyek rêzgirtin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê şandî bi zimanê Kurdî ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Felek Dawûd û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebid El Xenî Oso ve hate xwendin.   Piştre Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Hesekê Zehra Elî axivî û tekez kir ku aştî bê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk nayê û wiha got: “Em di qonaxek gelek dijwar a şer de derbas dibin. Ji bo pêkanîna aştî û edaletê çavê her kesî li greva Îmraliyê ye. Rêber Ocalan bi banga xwe ya aştiyê, dîrokê nûjen kir û ji bo çareserî û bi dawîkirina şer peyamên girîng şand.”   Meş bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.