Ji Talîbanê biryarên nû 2025-09-01 14:54:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê bi fermanekê nû ragihand ku wêneyê jinan di belgeyên nasnameyê de ne mecbûrî, li gor daxwazê ye. Di heman demê de helbestên eşqê jî qedexe kir. Ev biryar bû sedema bertekên jinên Efgan û parêzvanên mafê mirovan.   Talîban ku polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan didomîne, hebûna wêneyên jinan di belgeyên nasnameyan de ‘wek şer-î ne pêwîst’ îlan kir. Di fetvaya herî bilind ya otoriteya dînî ya Talîbanê Darû’l-Îfta weşandî de, bi hinceta ku wêneyê jinan ‘rê li ber fitne û tazîtiyê diveke’ qedexe kir. Tenê di rewşên derketina derveyî welat, tedawî, perwerde û koçê de dê wêne neçarî be.     Saziya agahî û îstatîstîkên netewî ya girêdayî rêveberiya Talîbanê, ragihand ku di rewşên awarte de wê di belgeyên nasnameyên jinan de wêne hebin. Lê belê parêzvanên mafê jinan, ev biryar weke gav bi gav amadekariyên jêbirina jinê ji civakê, pênase kirin. Jinan bi dirûşmeya ‘wêneyê min nasnameya min e’ bertek nîşanî biryarê dan.      Ev gav weke xelekek nû ya stratejiya Talîban ya sînordarkirina hebûna jinan di civak, aborî, jiyana siyasî de tê nirxandin. Pisporan, diyar dikin ku rakirina wêneyên jinan hebûna wan a di dewlet, civak û jiyana kar de wê hê kêmtir bike.      Li aliyê din lîderê Talîban Ahundzade, guherînek din ku helbestên eşqê qedexe dike, sînordarkirinên naverokan ji bo helestvanan weşand. Ev zagona ku ji 13 madeyan, 2 berg û 3 beşan pêktê, eşq, pesindayîna zayendê beramber û îfadeyên hestiyarî di helbesta de cih girtin, qedexe dike. Ji helbestvanan tê xwestin ku di naverokên xwe de fikrên wek ‘komînîzim, netewperestî, femînîzim, demokrasî, ateîzm’ red bikin.      Di heman demê de Talîbanê biryar da ku divê di helbestan de ji îfadeyên ku wek heqaret li ‘Îslamê, nirxên dînî, salih selefe û alîme’ were nirxandin, jê dûr bikevin. Erkê avakirina heyetên kontrolkirina civînên helbestvanan da Wezareta enformasyon û çandê. Ev heyet, wê ji hilbijartina helbestan, lêkolînkirina naverokan û derxistina xalên ku ‘ne guncaw’ berpirs bin.     Li gorî zagona nû, helbestvan û nivîskarên ku quralan binpê dikin, wê li gorî hikmên şerîatê bên cezakirin.