Li Qelqeliyê navenda Jinan ya Bîhnvedan û Serlêdanê 2025-09-01 18:49:36     WAN – Navenda Bêhnvedan û Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê  li Qelqeliyê hat vekirin.     Şaredariya Qelqelî a Wanê Navenda Bîhnvedan û  Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê li navenda navçeyê vekir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şuna wê qeyûm hat tayînkirin  û gelek jinên din di merasîma vekirina navendê de amade bûn. Jinan di dema vekirinê de govend gerandin û gelek rcaran dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" Berz kirin.   Di merasîma vekirinê de  aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî got, “Jin dê pêşengiya civakeke demokratîk bikin."