Jinan der barê tundiyê de komxebat pêk anî 2025-09-04 19:28:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Jinan li bajarê Hesekê di komxebatekê de ku çalakvanên jin ji gelek bajaran tev lê bûn, têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan nîqaş kirin. Di dawiya komxebatê de jinan teqezî bi girîngiya pêşxistina hişmendiya jinan û mêran kir û gotin divê pirkirina jinan fêyde ji qanûnên efûyê nebînin.   Malên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara û Meclisa Edalatê, 25’ê Gulanê bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê û çareserkirina pirsgirêk û dozên jinan, bi dirûşma “Parastina jin û civakê” dest bi hemleyekê kirin. Hemleyê bi rêzeçalakiyê weke semîner, civîn, komxebat, perwerde, daxuyanî û civînên berfireh li Heleb, Qamişlo, Kobanê û Hesekê dest pê kir.   Di wê çarçoveyê de Mala Jinan a bajarê Hesekê li hola Merbêla ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi ser navê “Parastina Jin û Civakê” komxebateke diyalogê li dar xist û hemleya xwe bi dawî kir.   Mala Jinan a bajarê Hesekê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê 12 malên jinan  ava kirin. Ji sala 2019’an ve heya 2025’an nêzî 9 hezar 843 dozan birin Mala Jinan a bajarê Hesekê, jê 7 hezar 510 doz hatin çareserkirin.   Di komxebatê de 85 delege ji rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hêzen ewlekariya hundirîn a jinan û endamên Mala Jinan amade bûn. Di komxebatê de mijarên bi sernavên “bandora neyînî ya înternêtê, dozên ku mala jin li ser kar dike”, “qetilkirina jinan” û “sîstema edaletê” hatin nîqaşkirin.   Komxebat bi van pêşniyaran bi dawî bû:   *Divê ji aliyê Rêxistina Sara ve sermînerên li ser bikaranîna şaş a înternetê û bandora wê ya neyînî ya li ser civakê ji şagirtan re bên dayîn.    *Divê di komînan de perwerde were dayîn.   *Divê dewreya perwerdeyê ji mêran re were vekirin û zagonên malbatê werin dayîn.   *Ji bo vekirina navendan ji kesên ku civak wan qebûl nake re, koordîne bi Hêzên Hwlekariya Hundirîn û Desteya Jinan re were kirin.   *Divê navendên dermankirinê kesên madeyên hişbirê bikar tînin, werin vekirin.   *Aktîfkirina Komîteya Jinan di hundirê komînan de.   *Divê zagonên malbatê di metaryalên akademiyan û dibistanan de were dayîn.