Li Zarokistanan dema perwerdeyê ya nû 2025-09-10 14:59:41   AMED - Li Zarokistana 450 Evler û Zarokistana Baxcilar Mala Venêrtina Bi Roj a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xizmeta pirzimanî didin, sala perwerdeyê ya nû dest pê kir.   Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku bi têgihiştineke pirzimanî û pirçandî xizmetê bide, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di bin Rêveberiya Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî de, li 6 navendan bi giştî, di nav wan de Zarokistana 450 Evler, Zarokistana Baxcilar Mala Venêrtina Bi Roj, Odeya Lîstikê ya Sumerparkê, Odeya Lîstikê ya Ben û Sen, Odeya Lîstikê ya DÎSMEK û Odeya Lîstikê ya Konutên Civakî, hefteya oryantasyonê ya sala perwerdehiyê ya 2025-2026 ji bo 583 zarokan dest pê kir. Dersên li kreş û odeyên lîstikê dê di 15'ê Îlonê de dest pê bikin.   Li Zarokistan Kreş û Mala Lênêrtina Bi Roj, ji bo zarokên di navbera 3-6 salî de, di çarçoveya perwerdeya pêşdibistanê de di demsalê de dê şiyan bên bidestxistin. Zarok dê di çarçoveya çalakiyên civakî de ji atolyeyên drama, muzîk, şano, felsefe, spor û hunerê sûd werbigirin. Li malên lênêrîna bi roj, taştê, firavîn û xwarinên navbirî dê ji aliyê parêzvanên pispor ve bên diyarkirin û amadekirin.   Çalakî dê pirzimanî bin   Li kreş û malên lênêrîna bi roj, çalakiyên pêşdibistanê dê bi pirzimanî bên dayîn. Zarok dê di nav hefteyê de di navbera saet 08.00 û 17.00'an de ji kreşên Zarokistanê sûd werbigirin. Digel Zarokistan Kreş û Mala Lênêrtina Bi Roj, li qadên lîstikê yên Ben û Sen, Yenîkoy, Sumerpark û DİSMEK jî dê ji bo zarokan piştgiriya pêşveçûnê were pêşkêşkirin.   'Ji bo sala perwerdehiyê ya nû em bi heyecan in'   Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, ku derbarê sala perwerdehiyê ya nû de agahî da, anî ziman ku wan xebatên xwe bi hefteya oryantasyonê dane destpêkirin û got ku ew bi zarok, dê û bav û mamosteyan re ji bo sala perwerdehiyê ya nû di heyecaneke mezin de ne.   'Em destekê didin xebatên pêşveçûna zarokan'   Omer Saman diyar kir ku ew hewl didin ji bo pêşveçûna zarokan di gelek qadan de ji wan re qadeke zarokan û cîhaneke zarokan biafirînin û wiha got: "Li vir bi mamosteyên me yên pispor re gelek plansaziyên me yên têkildarî zarokên me hene. Ya yekem ev e ku zarokên li vir bextewar bin. Çi karî bike bila bike, ji wê kêfxweşiyek mezin werbigire, ev pêşengiya me ya herî girîng e. Ya duyemîn jî ez dikarim bibêjim; em bi tenê ji cihekî ku hewcedariyên xwe-şiyan û xwe-lênêrîna van zarokan pêk tîne nêz nabin. Li vir em xebatên ku pêşveçûna zarokan di gelek qadan de wek çand, huner û psîkolojîk de piştgirî dikin, dimeşînin. Mamosteyên me yên drama yên pispor, mamosteyên me yên hunerên dîtbarî, mamosteyên me yên muzîkê û di gelek qadan de bi atolyeyên me yên felsefeyê re xebatên me yên ku pêşveçûna zarokan di gelek aliyan de piştgirî dikin hene."   'Em hewl didin piştgiriyê bidin pêşveçûna zarokan a ji aliyekî pirzimanî ve'   Omer Saman destnîşan kir ku dema xizmetê didin, nêzîkatiyeke ku zimanê zikmakî esas digire û pirzimanî bingeh digire, di nav de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku tu zimanê dinyayê zimanekî din bindest nake, her ziman ji zimanê din re qadeke xweseriyê diafirîne û em hewl didin ku zarok beriya dibistanê pirzimanîtiyê fêm bikin, pêşveçûna zarokan ji aliyekî pirzimanî ve piştgirî bikin. Zarokên me li vir digel Tirkî, dê qadên fêrbûna zimanên xwe yên zikmakî Kurdî û Îngilîzî jî bi dest bixin. Ev rewş jî dê pêşeroja perwerdehiya zarokên me bi perspektîfeke pirzimanî misoger bike."