HDK, DEM Partî û DBP’ê Jîna Emînî bi bîr anî 2025-09-16 13:48:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya HDK'ê Meral Daniş Beştaş, Jîna Emînî bi bîr anîn û diyar kirin ku berxwedana Jîna Emînî sînoran derbas kir, pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya jinên li çaraliyê cîhanê kir.   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokên Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve daxuyanî dan.   Berxwedan sînoran derbas kir    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser hesaba xwe ya medyayê ev tişt parve kir: “Berxwedana ku bi porê Jîna dest pê kir li dijî rejîma meleyan tevahiya sînoran derbas kir. Silav li jinên ku ji bo azadiyê dengê xwe bilind dikin.”   Têkoşîna Jîna ya azadiyê    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ev tişt gotin, “Her rejîmeke zordar a ku azadiya jinê dike hedef, wê Jînayan li pêşberî xwe bibînin. Têkoşîna hevgirtî ya jinan wê hem li Îranê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn pergala desthilatdar a mêr têk bibe. Têkoşîna Jîna ya azadiyê, ji bo me pêşengiyê dike.”   Jîna bû sembola berxwedanê    Hevseroka Giştî ya HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî wiha bi lêv kir: "Ez bi rêz û hesretê Jîna Emînî ya ku sê sal berê li Îranê hate kuştin bi bîr tînim. Jîna bû sembola berxwedanê li dijî zilma rejîmeke bi zorê û serdestiya mêran. Kuştina wê ne tenê ji bo jinên li Îranê, lê ji bo bi mîlyonan jinên li çaraliyê cîhanê yên ku daxwaza azadiyê dikin, hêza têkoşînê da. Qîrîna van jinan, yên ku destûr nedan ku dest bidin tewra yek têlek porê wan, sînoran derbas kir. Ew qîrîn, bi dirûşka 'Jin, Jiyan, Azadî', ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Amerîkaya Latîn heta Afrîkayê deng veda."