2 hezar û 541 kesayet dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin 2025-09-21 16:20:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan encama kampanyaya xwe ya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” parve kirin û gotin ku li tevahiya Sûriyeyê 2 hezar 541 kes tev li bûne.    Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di 20’ê Tebaxa îsal de li Sûriyeyê dest bi kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kiribûn û kampanya di 10’ê Îlonê de bi dawî kiribûn. Encamnameya kampanyayê îro bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin.    Daxuyanî, li pêşiya Navenda Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo, bi amadebûna endamên însiyatîfan hate dayîn. Daxuyaniya bi Kurdî Jiyan Arkendî û ya bi Erebî jî ahîn Heyder xwend.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku înîsiyatîfan li ser bingeha “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” a Foruma Ewropî ya Azadî û Aştiyê de wan jî kampanya daye destpêkirin. Bi domdarî hate gotin ku kampanya li seranserî Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye domandin û deng vedaye.    Di berdewamê de hate gotin ku gelek derdorên weke çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyeyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkmen, Çerkes, ji mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tev li bûn. Hat gotin ku hejmareke ji kesayetên navdar ên ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Idlibê jî tev li bûn. Di berdewamê de hate gotin ku 2 hezar û 541 kes tev li kampanyayê bûne.    Bi domdarî hate gotin ku dê ev encama kampanyayê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Serokatiya Konseya Yekitiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re bê şandin.    Bang   Herî dawî jî bang li saziyên têkildarî ên neteweyî û navneteweyî hate kirin ku li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigerin û berpirsyartiyên xwe bicih bînin.