Li dijî netehliyekirina girtiyan bertek: Dawî li dijhiqûqiyan bînin 2025-09-22 14:12:46 ENQERE - Rêxistinên civaka sivîl li dijî zexta sîstematîk a li ser girtiyan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku cezayên dîsîplînê dijqanûnî ne, lê cureyek zexta îdeolojîk in û xwestin ku astengkirina berdana bi şet bi dawî bibe.   Li dijî biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, nerazîbûn hat nîşandan. Bi pêşengiya şaxa Enqerê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUHAD-FED), şaxên Enqerê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) binpêkirinên mafan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkiri.  Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partî) Faik Ozturk Erol, parlamenterên  DEM Partiyê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata û gelek kesên din jî tevli daxuyaniyê bûn. Pankartek li ser "Bila bêqanûniya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi dawî bibe, Girtiyên Siyasî serbest bên berdan" li qadê hate vekirin.   Daxuyanî ji aliyê endamê OHD'ê Sîdar Bayrak ve hat xwendin.   Daxuyanî piştî axaftinan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.