Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin 2025-12-26 15:11:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî heqaret û êrişên zayendperestî yên komên nijadperest ku bi komek alîgirên Bûrsaporê destpê kir û li trîbunên Ankaragucu û Rîzesporê dewam kirin, jin ketin nava liv û tevger û gilî kirin.   Plaftorma Jinan a Rihayê beriya gilîkirinê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em li dijî êrişên nijadperest û zayendîperest ên li hemberî Leyla Zana ne" hate hildan. Bi navê platformê Dîcle Aksû axivî û anî ziman ku êriş tesadufî nîne, hedef jî kesek bi tenê nîne, lê îradeya çareserî û aştiyê ye."   Dîcle Aksû got, "Di demekê de ku lêgerîna li aştiyê dewam dike û pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, êrişa li hemberî yek ji sembolên siyaseta Kurd Leyla Zana bi zanebûn e. Li vê derê êriş li dijî hewldana aştiyê hatiye kirin. Ev êriş yekser li hemberî nasnameya jinê ye, bi zimanekî zayendîperest tê kirin ku jinbûyînê biçûk dixîne. Ev zimanê sixêfan ê li trîbunan bilind bû, nîşaneya rewakirina mêtingeriya zayendî û tundiya mêr a li hemberî jinê ye. Nayê qebûlkirin ku bi deh hezaran mêran bi hev re sixêf li têkoşîna jinên Kurd kirin."   Daxuyanî bi dirûşma "Leyla Zana bi tenê nîne" bi dawî bû. Piştre jî jinan gilînameyên xwe radestî parêzerên li Baroya Rihayê kirin.