ROJEVA 30'Ê QANÛNA 2025'AN 2025-12-30 09:00:00   * Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê derbarê salvegera yekem a berxwedana Tişrînê û îradeya li wir hatî pêşkêşkirin de got: "Ruhê Tişrînê çarenûsa salên pêş de diyar kir û rêça dîrokê guherand." BI DÎMEN   *Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan diyar kir ku zêdebûna çekdariya ferdî tundiya li dijî jin û zarokan kûrtir kiriye û got, "Jin û zarok herî zêde ji çekan bi bandor dibin." BI DÎMEN    * Jinên ku banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ji bo "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, gotin, “Divê mafê hêviyê ji Rêberê me re were dayîn û divê ew bikaribe vê pêvajoyê di şert û mercên azad de bimeşîne. Werin em ji bo azadiya Serok Apo, ji bo azadiya xwe destên xwe bidin hev." BI DÎMEN    *Nûbihar Mistefa, nirxandina pirsgirêkên piralî yên ku jin di sala 2025’an de li Rojhilata Navîn pê re rû bi rû mane kir û derbarê têkoşîna gerdûnî ya ku wan pêşxistiye de, got, "Sedsala 21’ê dê sedsala jinan be." Nûbihar Mistefa, tekez kir ku têkoşîna azadiya jinan xwedî karekterek e ku ji sînorên herêmî derbas dibe û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi perspektîfa xwe ya aştî û civakek demokratîk însiyatîf girtiye ser xwe da ku pirsgirêkên kronîk ên li Rojhilata Navîn çareser bike. BI DÎMEN